Li gumruka Tirk cîhazên guhdarkirinê
Li gumruka Tirk cîhazên guhdarkirinê
Li gumruka Tirk cîhazên guhdarkirinê
Li Tirkiyeyê di nava 10 salên dawî de di encama lêgerînên li gumrukan de bigiştî 6 hezar cîhazên guhdar kirinê hatin deste ser kirin.
Li gorî agahiyên ku Wezareta Bazirganî û Gumrukê ya Tirk dayî Komîsyona Lêkolîna Kêzikan ya li Meclisa Tirk tekildarî mijara guhdarkirinên nezagonî hatî avakirin; di nava 10 salên dawî de nêzî 6 hezar cîhazên guhdar kirinê li gumrukê hatin desteser kirin. Li gorî nota agahiyê, piraniya cîhazan di bagajên wesayîtên rêwiyan de hatin desteser kirin.
Li gorî qeydên banka Agahiyên Qaçaxtiyê ya Wezareta Gumrukê, li Tirkiyeyê di navbera salên 2000-2012’an de bigiştî 5 hezar 607 û 2 hezar 500 kîlo cîhazên qeyda deng, cîhazên kêzik hatin girtin. Di 18’ê kanûna 2000’an de 2 hezar û 500 kîlogram berhemên makîneyên qeyda deng hatin girtin. Di sala 2009’an de jî 288 heb cîhazên guhdarkirinê hatin desteserkirin. Di hilbijartinên giştî yên sala 2011’an de jî 4 hezar 818 cîhazên guhdarkirinê li deriyên sînor hatin girtin.