Li gorî anketa Şarpress PÇDK dê ji sedî 9 dengan bi dest bixe

Li gorî anketa Şarpress PÇDK dê ji sedî 9 dengan bi dest bixe

Li gorî anketek ya malpera bi navê Şarpress ku taybet ji bo hilbijartinan, derket holê ku  ji % 9’ê dengên Herêmê Başûrê Kurdistanê dê PÇDK  bi hejmara 113’an diçe hilbijartinê, bidest dixe.

Di ankêta di bin navê ‘ ji bo hilbijartina parlemanê hunê dengê xwe didin kîjan lîstê? ’ku malpera Şarpress belav kiriye de, tê de piraniya lîsteyan beşdarî kirine. Li gorî vê ankêtê heya niha Lîsteya Partiya Çareseriya Demokratîka a Kurdistan (PÇDK) ji sedî  9’ê dengan wê  bidest bixe û di pêşiya piraniya lîsteyên din de cih digre.

Hêjayî gotinê ye ku, Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) bi 38 namzetan, bi hejmara 113’an ku piraniya wan ji jin û ciwanan pêk tên tevli hilbijartinên Parlemana Herêma Başûrê Kurdistanê dibe. Her wiha yekem lîsteya li Başûrê Kurdistanê serokê wê jine. Her çendî ku ji despêka damezrandina xwe heya niha rastî êrîş û astengiyan tê jî roj bi roj ji aliyê gelê herêmê ve rastî eleqeyek germ tê û li hemû gund, navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê navend û xebatên xwe yên hilbijartinê dimeşîne.