Li girtîgehên Mereşê ji girtiyan re xwarin nayê dayîn
Li Girtîgeha Turkoglu ya Mereşê ev 2 hefteye ji aliyê îdareya girtîgehê ve zext li girtiyan dike. Hemwelatiyê Swêdê Ahmet Nas jî di nav de ev 2 hefteye xwarin nadin girtiyan.
Li Girtîgeha Turkoglu ya Mereşê ev 2 hefteye ji aliyê îdareya girtîgehê ve zext li girtiyan dike. Hemwelatiyê Swêdê Ahmet Nas jî di nav de ev 2 hefteye xwarin nadin girtiyan.
Ahmet Nas ê hemwelatiyê Swêdê û Tirkiyeyê ye li girtîgehê dimîne, bi telefonê li malbata xwe geriya, diyar kir ku li girtîgehê li dîjî wan zextên keyfî tê kirin û ev 2 hefteye xwarin nayê dayîna wan.
‘EM TERKÎ MIRINÊ KIRINE’
Nas ê ku anî ziman ku di nava 2 hefteyan de pir giranî dane zextan û wiha got: “Bi hemû şêweyan zext zêde bûne. Pêkanînên keyfî tên kirin. Pencereyek biçûk hebû ew jî girtin, xwarin du dan bû ew jî kêm kirin; ji berê ve ji bo qawîşa 12 kesî, xwarina 6 kesan dihate dayîn. Niha jî destpêkirine ku qet xwarinê nedin. Em daxwazname dinivîsîn lê tu encamek nayê dayîn, her ku roj diçe zext zêde dibe û em terkî mirinê kirine. Name û tiştên ku heval û malbatên me şandî nadine me. Dema em diçin hevpeyvîna telefonê dikin me dixin çemberê de, dibêjin ‘temaşekirina çep û rast qedexeye’ û zextan dikin.”
Nas ji bo rêxitinên Navnetewî banga arîkariyê kir.