Li Girtîgehên Hatay û Nevşehîrê binpêkirinên mafê mirovan

Li Girtîgehên Hatay û Nevşehîrê binpêkirinên mafê mirovan

Hate zanîn ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Hatayê dimînin weke di darbeya 12'ê îlonê de li Girtîgeha Amedê girtî di hucreyên boruyên logarên lê teqiyayî dihatin girtin, tên girtin. Li Girtîgehan Nevşehîrê jî pêkanîna lêgerîna tazî dixwazin bikin.

Li girtîgehan her roj binpêkirinên mafên mirovan zêde dibin û bêdengiya rayedaran jî berdewam dike. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Hatayê bi riya malbatên xwe re binpêkirinên mafên mirovan dijîn vegotin. Girtiyan diyar kir ku, di hucreyên şertên mirovî lê tuneye de tên girtin û wiha gotin: "Ev 3 mehin em du hucreyên roj nebîne û xwarin lê neyê xwarin tên girtin. Di boriyên logaran ên di hucreyan de derbas dibin dilopan dikin, pîsî diherike, em lê dijîn. Vê yekê bi armanca derûniyê xirab bikin dikin."

Girtiyan anî ziman ku, nameyên dinivîsin nagihijin cihê xwe û wiha destnîşan kirin. “Rêveberiya girtîgehê ji bo rewş neyê bihîstin her tim astengiyan derdixe. Daxwaza me ya odeyan nayê dîtin. Destûra faliyetên çandî, civakî û sporê nadin. Li gel vê yekê şevê di demjimêr 00.00'an de hejmarê digirin."

Girtiyan da zanîn ku, destûra derbikevin hevdîtinan nadin û ji ber vê yekê tiştên çend mehin tên jiyan kirin naragihînin derve û wiha aşkera kir: “Dema em îtîrazê dikin gefên sirgûn û şertên hêj girantir dê bidin jiyan kirin li me dikin. Tu mafên me yên di zangonan de heyî em bikarnaynin."

LI GIRTÎGEHA NEVŞEHÎRÊ PÊKANÎNA TEKMÎLA LEŞKERÎ

6 girtiyên siyasî yên ji Girtîgeha Tîpa M a Sîlîfkeyê sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Nevşehîrê hatin kirin bi riya malbatên xwe yên çûn hevdîtinê re binpêkirinên mafên mirovan ên hatin jiyan kirin vegotin û malbatan wiha got: “Ji ber ku hinek tişt li qantînê tunebûn tiştên wan hatine destserkirin. Midûrê yekemîn yê girtîgehê û bi 40 gardiyanan heqaret li wan kir. Midûr bi gotina ‘Ez li vir xwedê me' xwest lêgerîna tazî bike. Ji ber ku girtî li hemberî vê yekê derketin midûr bi xwe ew tazî kirin. Gopalê di destê girtiyekî nexweş de ji destî diavêje û pala wî dîde dîwar."

Malbatan diyar kir ku, midûrê girtîgehê dema diçe qawîşan dixwaze li ser piyan tekmîlê bidin û wiha gotin: "Rojên borî midûr û gardiyan nêzî 2 demjimêran ji bo tekmîlê rawestiya bûn. Li girtîgehê kevçikên hesin nadin. Bi hinceta dê tunel bê kolandin nadin. Girtî li qawişên 6 kes lê dimînin, tên girtin."

Midûrê Girtîgehê Hamît Karslioglu jî binpêkirinên mafên mirovan qebûl nekirin û wiha îdîakir: "Li girtîgeha me pêkanînên ji rûmeta mirovahiyê re layîq hene."