Li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê îsyan: 11 birîndar
Li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê îsyan: 11 birîndar
Li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê îsyan: 11 birîndar
Li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê, komek ji girtiyên ku pêkanînên xerab ên gardiyanan protesto dikirin, nîvê şevê nivînên li koxûşa xwe dan ber agir. Hat ragihandin ku ji ber şewatê 11 mehkûm birîndar bûne.
Duh bi şev, li koxûşeke Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê şewat derket. Hat ragihandin ku agir ji aliyê komeke mehkûmên ku zexta rêveberiya girtîgehê protesto dikir ve, bi şewitandina betaniyan, derketiye. Ji ber şewatê 11 mehkûm birîndar bûn.
Mehkûmên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Eskîşehîrê û tê gotin ku rewşa tenduristiya wan baş e.