Li girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê greva birçîbûnê ya ji bo Gokçek

Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê 15 girtî ji bo piştgiriyê bidin endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê di rojiya mirinê de ye dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kir.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê, Helîn Bolek û Mûstafa Koçak bi bîr anîn û xwestin ku daxwazên Îbrahîm Gokçek ê 322 roj in di rojiya mirine de ye bi cih bên anîn.

Ji girtiyan Farûk Aras bi rêya telefonê bi bavê xwe Saît Aras re axivî û diyar kir ku 15 girtî ji bo 3 rojan ketine greva birçîbûnê.

Aras diyar kir ku daxwazên endamên Grûp Yorûm daxwazên însanî ne û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin Grûp Yorûm.