Li Girtîgeha Tekîrdagê greva birçîbûnê dest pê kir

Girtiyên ji doza PKK, PAJK û MLKP'ê yên li Girtîgeha Tîpa F a Nimro 2 a Tekîrdagê, greva birçîbûnê ya dorveger dane destpêkirin.

Girtiyên ji doza PKK, PAJK û MLKP’ê yên li Girtîgeha Tîfa F a bi Nimro 2 ya Tekîrdagê ji bo şermezarkirina polîtîkayên rêveberiya girtîgehê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.

Girtiyan di nameyê de ku bi rêya malbatên xwe şandin sedemên çalakiya xwe wiha rêz kirin:

* Dest li ser nameyên me datînin

*Rêveberî bi rengekî provakatîf nêz dibe

*Aktîvîteyê sosyal bi temamî rakirin

*Mafê pirtûkxane, spor, qada hevpar û civatê rakirin

*Ev salek e bi kêfî odeyan diguherin

*Tedawiya girtiyên nexweş nakin

*Alavên ku bi koliyan têne şandin nadin

*Bi ti rengî kincan nadin girtiyan

*Bersivê nadin ti daxwaznameya ji bo rêveberiyê hatî nivîsîn

*Gilhên ku em dikin nadin dozgerî û Wezareta Dadmendiyê

*Bi hinceta lêgerînê 40-50 qerdiyan êrîş dibine ser qewîşên 4-5 kesî.