Li Girtîgeha Sîlîvriyê êrîşî girtiyan hate kirin

Ji ber ku 4 girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê meşa di rêzekê de qebûl nekirin, gardiyanan êrîşî wan kirin.

Platforma Nemir û Dengê Girtiyan (OTSP) têkildarî êrîşên li ser girtiyên Girtîgeha Sîlîvrî ya Nimreya 2’emîn a Tîpa L’yê li ÎHD’ya Stenbolê daxuyanî dan.

Nûnerê platformê Emrah Topaloglû daxuyanî da.

Topaloglû diyar kir ku bi Rewşa Awarte re girtîgeh bûne navenda êşkênceyê û got, “Li ser girtiyan tê ferzkirin ku girtî cilên yekreng li xwe bikin, bi awayê leşkerî hejmara xwe bibêjin, dema diçin revîr û hevdîtinê li ser rêzekê bimeşin. Di heman demê de li ser girtiyan pirtûk û cil û berg jî tên astengkirin û di dema nexweşxaneyê de du kelepçeyan li destê girtiyan dixin.”

Topaloglû diyar kir ku yek ji van êrîşan di 12’ê Nîsanê de hatiye kirin û got, “Di 12’ê Nîsanê de di vegera hevdîtinê de gardiyanan xwestine ku girtî li ber dîwar li ser rêzekê bimeşin. Gardiyanan berê bi awayê devkî êrîşî girtiyan kirine û piştre jî êrîşî Mûstafa Tezel kirine yê ku li pêş dimeşiya. Gardiyanan Tezel avêtine erdê. Girtiyên din ên bi navê Adar Temel, Ozenç Ozyurek û Maksût Toprak mudaxele kirine û slogan qîr kirine. Piştre gardiyanan êrîşî girtiyan kirine,ew avêtine erdê û êşkence li wan kirine.

Herî dawîn jî têkildarî 4 girtiyan lêpirsîn hatiye destpêkirin û ceza li wan hatiye birîn ku 2 mehan nikaribin biçin hevdîtinê. Mûstafa Tezel wê di 10.06.2018’an de tehliye bibe lê ji ber lêpirsînê dixwazin dîroka tehliyebûna wî bi derengî bixînin.”

Di civînê de hate diyarkirin ku ewlehiya can a girtiyan tune û hate gotin “Em bangî berpirsyaran dikin. Heke tiştek were serê girtiyên Girtîgeha Sîlivriyê yên Tîpa L’yê ya nimreya 2’emîn, berpirsê vî tiştî rêveberiya girtîgehê ye. Em diyar dikin ku em ê şopdarê vê meseleyê bin û em dixwazin di girtîgehan de êşkenceya Rewşa Awarte bi dawî bibe.”