Li Girtîgeha Osmaniya îşkence

Li Girtîgeha Osmaniyeyê ji 4 girtiyên siyasî re gotine "hûn ê biçin nexweşxanê" ji girtîgehê derxistin, di rîngê de û li cihê ku ew birin heta wan ji hal bixin li wan xistin.

Li girtîgeha Osmaniyeyê zextên li ser girtiyan bi Rewşa Awarte re veguherîn êşkenceyê. 2’yê Cotmehê ji 4 girtiyên siyasî re gotin em ê we bibin nexweşxanê lê di rîngê de û li cihê ku ew birin li wan xistin.

Li gorî serlêdana malbatan a ji bo ÎHD’ê ya Şûbeyên Mêrsîn û Edeneyê, 2’yê Cotmehê girtiyên bi navê Cengîz Nergîz, Mûsat Atsiz, Adem Amaç û Yasîn Aka bi gotina ‘’hûn ê ji bo raporê biçin nexweşxaneyê’’ ji girtîgehê derxistin.
4 girtî piştî ku di wesayita rîngê de û cihê ku ew birinê heta ku wan ji hal bixin li wan xistin piştre anîn girtîgehê.

‘BI REWŞA AWARTE RE KIRINÊN KÊFÎ ZÊDE BÛN’

Sekreterê Şûbeya ÎHD’ê ya Mêrsînê parêzer Ozgur Çaglar diyar kir bi Rewşa Awarte re kirinên kêfî û zext û zordarî li Girtîgeha Osmaniya zêde bûne. Çaglar diyar kir bi hênceta Rewşa Awarte re ti hiqûq û yasa nayê pêkanîn û got, ‘’kes guhê xwe nade serlêdanan’’

Çaglar diyar kir heqê ku girtî bigihijin xizmeta tendiristiyê ji holê hatiye rakirin, hevdîtinên bi telefon û bi malbatana re hatiye kêmkirin, her cur cizayê disîplînê tê dayin û got, ‘’girtî ji her cure heqên xwe bêpar têne hiştin’’