Li girtîgeha Erziromê îşkenceya li girtiyên zarok
Li girtîgeha Erziromê îşkenceya li girtiyên zarok
Li girtîgeha Erziromê îşkenceya li girtiyên zarok
Hat îdîakirin ku li girtiyên zarok ên li girtîgeh Tîpa H a Erziromê tên ragirtin, bi şêweyekî rêk û pêk îşkence û nêzîkatiyên xerab tên kirin.
Girtiyên siyasî yên bi navê C.V, S.G, D.K û M.A. yên li girtîgeha Tîpa H a Erziromê, li ser îşkenceya di girtîgehê de li zarokan tê kirin, faksek ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Erziromê re şandin.
Di faksê de tê gotin ku girtiyên zarok ên bi navê A.A. û E. T. bi awayekî rêk û pêk li îşkenceya rêveberiya girtîgehê û gardiyanan rast tên. Di faksê de hate ragihandin ku li gel îşkenceya fîzîkî her weha zordariya psîkolojîk jî li zarokan tê kirin.
Girtiyan di faksê de diyar kirin ku îşkenceya li zarokan tê kirin rewşeke derveyî mirovahiyê ye û ewê li hemberî van kiryaran bêdeng nemînin.
Girtiyan bang li raya giştî jî kirin û gotin “Em bi bawerin ku wê raya giştî ya demokratîk li hemberî îşkence û zilma li zarokan tê kirin, bêdeng nemîne û nerazîbûnê nîşan bide.”
Par di dema veguhastina girtiyên zarok ên li girtîgeh Şakran a Îzmîrê de, tundiya fîzîkî li zarokan hatibû kirin, ew tazî kiribûn, li wan geriya bûn û zarokên ku ji gardiyanan re ne digotin "abî" û destê wan maçî nekirin, li dijwariya gardiyanan rast hatibûn. Her weha, destavêtin û destdirêjiya li zarokan a li Pozantiyê hînê di bîra mirovahiyê de ye.