Li Girtîgeha Edîrneyê êşkenceya hucreyê

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê, ku zextên giran lê tên kirin, cezayê hucreyê li hemû girtiyên siyasî tê birîn, bi rojan li qewîşên vala û îzolekirî bi tena serê xw tên hiştin û bi vî rengî êşkence li wan tê kirin.

Li girtîgehan, ku êşkence, îzolasyon û kiryarên xerab lê dewam dikin, aloziya ji ber mijara kincê ji tîp û rengekî, dewam dike. Li gel van hemûyan, rêveberiyên girtîgehan belasebep cezayê hucreyê li girtiyan dibirin, bi mehan li qewîşeke vala dihêlin û danûstandinên wan bi temamî qut dikin.

LI HEMÛ GIRTIYÊN SIYASÎ CEZAYÊ HUCREYÊ HATE BIRÎN

Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, rêveberiya girtîgehê bi polîtîkayeke taybet zêdeyî 100 girtiyên siyasî yên li ber êşkence û kiryarên xerab radibin dixe hucreyê. Li hemû girtiyan, bi qasî 60 rojî cezayê hucreyê hate birîn. Her roj girtigehî dixe hucreyê û bi rojan jê dernaxîne. Rêveberiya girtîgehê dest datîne ser hemû eşyayên girtiyan û eger li ber vê yekê rabin, êşkenceyê li wan dike.

ÊŞKENCEYA LÊBERÎNA BI RENGEKÎ TAZÎ

Girtiyên ku nikarin derkevin qada hevpar, mafê wan ê aktîvîteyên civakî ji destê wan hatiye girtin. Girtiyên li hucreya şexsekî tên girtin, destûr nayê dayin ku eşyayekê ya jî pirtûkekê bi xwe re bibin. Li gorî agahiyên ji xizmên girtiyan hatin girtin, dema diçin hevdîtinê zext li wan tê girtin ku bi rengekî tazî li wan bigerin û ji ber ku xizmên wan timî diavêjin hucreyê, bi mehan nikarin wan bibînin an jî bi telefonê bi wan re biaxivin.