Li Girtîgeha Bakirkoyê, qawîşên girtiyên PKK'yî lê bûn bi zorê hatin valakirin

Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê, bi bihaneya Rewşa Awarte qawîşên girtiyên PKK'yî lê bûn bi zorê hatin valakirin.

Cemîle Çelîk a ku hikumxwar Dîlek Oz ziyaret kir, agahî da ANF'ê û diyar kir, gardiyanan avêtin ser qawîşên B-5 û B-6 ên girtiyên PKK'yî lê bûn û bi zorê qawîş vala kirine. Çelîk ragihand, gardiyanan girtiyên siyasî li bloka C-4 û C-5 bi cih kirine û bang li raya giştî kir, ku ji ber giranbûna zextan bala xwe li girtîgehan be.

HEMÛ MAFÊN HATINE BIDESTXISTIN YEK BI YEK JI GIRTIYAN TÊN STANDIN

Li Girtîgehên Tirkiyeyê, ku bi ragihandina Rewşa Awarte re veguherîne îşkencexaneyan, pêkanînên kêfî di asta herî bilind de ne. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê ye. Derket holê, qawîşên girtiyên PKK'yî lê bûn, bi zorê hatine valakirin.

Cemîle Çelîk a ku hikumxwar Dîlek Oz ziyaret kir anî ziman, ku êvara 25'ê Tebaxê gardiyanan ji nişka ve avêtine ser qawîşên B-5 û B-6 ên girtiyên PKK'yî lê bûn û bi zorê qawîş vala kirine.

Çelîk da xuyakirin, ku gardiyanan her wiha dest danîne ser malzemeyên paqijiyê û mutbexê yên ji aliyê girtiyan ve bi pere ji kantînê hatin kirîn û got, "Xwêdanka girtiyan jî bi xwe re birine." Çelîk nerazîbûn nîşanî vê yekê da û diyar kir, girtiyên PKK'yî bi zorê birine li bloka C-4 û C-5'ê bi cih kirine.

Cemîl Çelîk da zanîn, hemû mafên ku girtiyan bi dest xistine, yek bi yek ji destê wan tên girtin û ziyareta mirovên nû hatine girtin jî, hatiye qedexekirin.

Çelîk diyar kir, îşkence û zexta li girtiyan tên kirin zêde bûne û bang li raya giştî kir, ku bala xwe li ser girtîgehan be.

...