Li Geverê yek ji zarokên birîndar bûyîn jiyana xwe ji dest da
Li Geverê yek 3 zarokên ku bi amûra ku dîtin dilîstin û di encama teqînê de birîndar bûn Ûmût Ayvanlik jiyana xwe ji dest da.
Li Geverê yek 3 zarokên ku bi amûra ku dîtin dilîstin û di encama teqînê de birîndar bûn Ûmût Ayvanlik jiyana xwe ji dest da.
Li Kanî Heydar a navçeya Geverê li qada ku zarokan lîstok dilîstin teqînê pêk hat. Di encama teqînê de ku nehat fêmkirin ji ber çi ye, yek ji 3 zarokên ku birîndar bibûn jiyan xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku zarkê ku jiyana xwe ji dest daye Ûmût Ayvalik ê 19 Sali ye. Xizmên Ûmût li herikîn nexwşexaneyê.
Li aliyê din Hakan Ayvalik ê ku giran birîndar bibû jî rewşa wî hê jî metirsîdare, Rûken Ayvalik jî rewşa wê ya tendirustiyê ber bi başiyê ve diçe.
Dorpêça polîsan a li derdorî nexwşexaneyê dewam dike, xizmên zarokan li nexweşxanê ne.