Li gelek welatan wê ji bo azadiya Ocalan meş bên lidarxistin

Kurdistanî û dostên wan, bi armanca şermezarkirina komloya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, wê li gelek welatan meşên dirêj û çalakiyan lidar bixin.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bibîr xist, ku beriya niha bi 18 salan di 15'ê Sibatê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl hatiye girtin. KCDK-E diyar kir, di şexsê Ocalan de hewl hatiye dayîn têkoşîna azadiyê û tevahiya gelên Kurdistanê dîl bê girtin.

KCDK-E da xuyakirin, ku komploya navneteweyî ya bi serkêşiya CIA û MOSSAD'ê hat kirin, ji bo vemirandina agirê azadî û hêviyê yê li Rojhilata Navîn û derxistina şerekî bi salan, gavek bû û got, "Rêber Apo ku haya xwe ji vê rastiyê hebû, li Îmraliyê dînamîkên dewamkirina têkoşîneke xurt afirand û ji bo azadî û avakirina siberojê, nexşerê radestî gelên me kir. Bêyî bêhnê vede, ji bo pêşî li şerê civakî û komployê bigire, bi rengekî awarte kete nava hewldanan. Li şûna rêveberiyên netewe dewlet ên bi jehrê, ku gelan ji hev diqetîne, alternatîfa neteweya demokratîk pêşkêş kir. Yanî komplo ji hev xist û ev pêvajo veguheran rizgarî û azadiya gelan. Delîla şênber a vê yekê jî sîstema neteweya demokratîk e ku bûye ronahî ji gelên li Rojavayê Kurdistanê re."

KCDK-E destnîşan kir, ku ji ber vê yekê hem hêzên navneteweyî, hem jî dewleta Tirk a mêtînger komployê bi her rê û rêbazên qirêj didomînin û wiha dewam kir: "Rêber Apo ku rêbertiya wî ji aliyê bi mîlyonan Kurdî ve hatiye qebûlkirin, dîl tê girtin û xeterî li ser jiyana wî heye. Parlamenter û pêşengên gelê kurd tên girtin, saziyên civaka sivîl yek bi yek tên girtin. Ev hemû dewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ye. Lewma rabûna li ber komployê, bi qasî jiyanê girîng e. Bi gotineke din, ev yek ji bo gelê Kurd û hemû gelên din têkoşîna man û nemanê ye. Têkoşîna di navbera barbarî û demokrasiya azadîparêz de ye."

Di daxuyaniya KCDK-E de hat ragihandin, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avabûna sîstemeke demokratîk li Tirkiyeyê, bi qedera têkoşînê ve girêdayî ye û hat gotin, "Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku îsal dikeve sala 18'an, ji bo nîşandana daxwaza 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu', KCDK-E û hemû pêkhateyên wê roja 1'ê Sibatê tevî dostên gelê Kurd meşên dirêj organîze dikin.

Di meşa dirêj a navbera 1-15'ê Sibatê de gelê Kurd û dostên wan wê bi şiyara 'Azadî ji Birêz Ocalan re, statu ji Kurdistanê re' bimeşin. Di navbera 1-15'ê Sibatê de wê li Elmanya, Swîsre, Fransa, Îngilîstan, Hollanda, Belçîka, Yewnanîstan, Kanada, Awûstralya, Japonya, Danîmarka, Norwêc, Swêd, Romanya û Fînlandiyayê meşên dirêj û mîtîng bên lidarxisitn. Meşa dirêj a bi pêşengiya Ciwanên Azad di 5'ê Sibatê de dest pê bike, wê di 10'ê Sibatê de bigihêje Strasboûrgê. Baskê Enternasyonal jî wê 1'ê Sibatê li ber Dîwana Edaletê ya li Luksembûrgê bi dayîna daxuyaniyeke çapemeniyê dest bi meşê bike û roja 10'ê Sibatê bigihêje Strasboûrgê. Dostên Kurdan ên ji Spanya, Portekîz, Elmanya, Îngilîstan, Swêd, Îtalya, Belçîka, Fransa, Fînlandiya, Swîsre, Arjantîn û gelek welatên mîna van, wê tevlî vê meşê bibin."

Di daxuyaniyê de bang li Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û hêzên din ên navneteweyî hate kirin, ku li pêşberî komkujî û polîtîkayên tinekirinê yên Tirkiye li dijî Kurdan dike, bes bêdeng bimînin.

Herî dawî jî bang li gelê Kurd, hemû parêzvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û demokratên li Ewropayê dijîn hat kirin, ku bi xurtî tevlî van meşan bibin.

Li gorî daxuyaniyê, cih û dema meş û xwepêşandanan bi vî rengî ye:

HOLLANDA

Di 1'ê Sibatê saet 11:00 de wê li ber avahiya Şaredariya Rotterdamê meşvan bi rengekî girseyî werin birêkirin. Êvarê li navenda bajarê Delftê bên pêşwazîkirin û bi şev li vir bimînin.

Roja 2'ê Sibatê saet di 10:30 de meşvan wê ji navenda bajarê Delftê bi rê bikevin û saet di 15:30 de bigihêjin ber Parlamenta Hollandayê ya li Den Haagê. Çalakî wê li vir bi mîtîngekê biqede.

SWÎSRE

Cenevre
2'ê Sibatê roja Pêncşemê, Meş
Saet: 11:00
Cih: Jardin Angalis

Lozan
3'ê Sibatê roja Înê, Meş
Saet: 11:00
Cih: Place de Marche

Bern
4'ê Sibatê roja Şemiyê
Saet: 11:00
Cih: Pêşiya Parlamenta Bernê

FRANSA

1'ê Sibatê saet di 10:00 de wê li ber avahiya Şaredariya Villeneuve St. Georges'ê dest pê bike.

ELMANYA

Berlîn
Di navbera 1-3'ê Sibatê de, Meş
Cihê destpêkirinê: Postdamm Hauptbahnhof
Saet: 11:00

Hambûrg
Di navbera 1-3'ê Sibatê de, Meş
Cihê destpêkirinê: 1'ê Sibatê roja Çarşemê saet di 10:00 de li S-Bahnhof Neugraben

Bremen
2-4'ê Sibatê, Meş
Cihê destpêkirinê: 2'ê Sibatê roja Pêncşemê li ber Hude Bahnhof 
Saet: 09:30

Hannover
1-3'ê Sibatê, Meş
Cihê destpêkirinê: 1'ê Sibatê roja Çarşemê, li pêş HBF a Hîldesheîmê
Saet: 10:00

Dortmûnd
2-4'ê Sibatê, Meş
Cihê destpêkirin: 2'ê Sibatê roja Pêncşemê, li pêş Kaiser-Wilhelmstrasse (Pêşiya Navenda Civaka Demokratîk) Dûîsbûrg

Koln-Dusseldorf
2-4'ê Sibatê
Cihê destpêkirinê: 2'ê Sibatê roja Pêncşemê, li ber navenda FEDA
Saet: 10:00

Kassel-Erfûrt
1-2'ê Sibatê, Meş
Cihê destpêkirinê: Zoopark
Saet: 13:00

Maînz-Wîesbaden
1-3'ê Sibatê, Meş
Cihê destpêkirinê: 1'ê Sibatê roja Çarşemê, li Lûîsenplatz, Darmstadt
Saet: 09:00

Stûttgart
1-3'ê Sibatê, Meş
Cihê destpêkirinê: 1'ê Sibatê roja Çarşemê, Klîanplatz, Heîlbronn
Saet: 09:30

Munchen
1-3'ê Sibatê, Meş
Cihê destpêkirinê: Pêşiya Dachaû Haûptbahnhof
Saet: 09:30

ÎTALYA

Mîlano
Panelên di 27'ê Çileyê de dest pê kirin, wê heta 11'ê Sibatê li gelek bajarên Îtalyayê bidomin
11'ê Sibatê, li Mîlano Meş
Saet: 14:00

AWÛSTRALYA

Melboûrne
7'ê Sibatê
Saet: 11:00
Cihê destpêkirinê: Fedarion Squeden

KANADA

15'ê Sibatê
Saet: 12:00
Cihê destpêkirinê: Woodbridge

BELÇÎKA

7-8'ê Sibatê
Saet: 11:00
Cih: Rue de Hodimont 51, 4800 Verviers

ÎNGLÎSTAN

11'ê Sibatê
Saet: 13:00
Cihê destpêkirinê: Croydan
Di 12'ê Sibatê saet 14:00 de wê li ber avahiya Serokwezaretiyê ya li Londonê bi mîtîngekê biqede.

DANÎMARKA

10'ê Sibatê
Saet: 10:00 - 16:00
Cih: Karslunde - Brøndby Strand 
11'ê Sibatê
Saet: 10:00 - 13:00
Wê li Brøndby Strand- Kopenhag bi mîtîngekê biqede

SWÊD

11'ê Sibatê
Saet: 10:00 - 18:00
Cihê: Märsta -Sollentuna 
12'ê Sibatê
Saet: 09:00 - 15:00
Cih: Sollentuna- Stockholm segellstorg 

AWÛSTÛRYA

1'ê Sibatê
Saet: 09:00
Cihê destpêkirinê: St. Polten
Meş wê di 2'ê Sibatê de bi mîtîngek li Viyanayê biqede