Li gelek navendên Elmanya ji bo Kobanê çalakî pêk tên

Li gelek navendên Elmanya ji bo Kobanê çalakî pêk tên

Li gelek bajarên Elmanyayê bi armanca protestokirina êrîşên DAIŞ’ê wê çalakî pêk bên.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) daxuyaniyek da û diyar kir ku di serî de Elmanya ji bo ku vê bêdengiya cîhanê  biguherin û xwedî li berxwedana Kobanê derkevin divê tevlibûneke bi hêz ji bo van çalakiyan çêbibe.

NAV-DEM’ê da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê ji 15’ê Îlonê û vir ve bi piştgiriya ji dewleta Tirk girtiye li ber çavên hemû cîhanê êrîşî Kantona Kobanê kir û got: “Li ber çavên hemû cîhanê piştgiriya çekan didin çeteyên dijminê mirovahiyê û sînorên xwe heta dawiyê ji çeteyan re vedike."

NAV-DEM’ê da zanîn ku çete bi piştgiriya Tirkiyeyê êrîş dikin û cîhan jî bêdeng van êrîşan temaşe dike. NAV-DEM’ê ji bo çalakiya du rojan a li paytexta Elmanya Berlîn di navbera 25-26’ê Îlonê de pêk tê bang kir û banga tevlibûna bi hêz kir.

Çalakiyên ji îro şûn ve wê li Elmanyayê pêk bên wiha ne;

24’ê Îlonê Çarşem (îro)

Hildesheim: Me ji ber îstasyona navendî saet 17:00’an destpê dike.

25’ê Îlonê:

Frankfurt: Çalakiya Kon– di 25-26’ê Îlonê de wê pêk bê.

 26’ê Îlonê:

Hannover:  Meş ji Steintor saet di 17:00’an de destpê dike.

27’ê Îlonê

Frankfurt: Di navbera saet, 16:00-19:00’an de li Hauptwache wê mîtîng pêk bê.

 Berlîn: Meş û mîtîng li  am U-Bahn Wittenberg Platz saet di 16:00’an de wê destpê bike.

 Kassel: Li  Holländischen Platz saet di 14.30’de wê mîtîngek pêk bê.

Li Dusseldorfê: Meş û mîtîngek wê pêk bê. Meşa ku saet di 14:00’an de wê destpê bike ji bajarên Dusseldorf, Bonn, Wuppertal, Essen, Koln, Dortmund, Bielefeld, Munster, Hagen, Durren, Aachen, Leverkusen wê Kurd tevlî bibin.

 Erfurt: Meş wê saet di 13:30’an de li Erfurt Hautpbahnhof destpê bike.