Li gelek bajaran panelên li ser komkujiya Mereşê hatin lidarxistin

Li paytexta Fransa Parîsê, li bajarê Basel ê Swîsreyê û li bajarên Frîedrîchshafen û Hambûrg ên Elmanyayê panel li ser komkujiya Mereşê hatin lidarxistin.

Li paytexta Fransa Parîsê, li bajarê Basel ê Swîsreyê û li bajarên Frîedrîchshafen û Hambûrg ên Elmanyayê panel li ser komkujiya Mereşê hatin lidarxistin.

PARÎS

Panela li Parîsê ji aliyê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan ve hate organîzekirin û nûnerê rojnameya Atilim, nûnerê kovara Sinif Teorîsî û nûnerê CDK-F weke qiseker lê amade bûn.

Panelê saetê saet di 15'an de li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê dest pê kir û qisekeran ev axaftin kirin: "Pratîka qetlîmaker a dewleta Tirk, ji Osmaniyan heta Komara Kemalîst û di roja îro de jî bi dîktatoriya AKP/Qesrê ya xwedî mejiyê olperest û paşverû, dewam dike.

Di bin navê parastina dewletê de ji berê ve hewl dide bi rêya qirkirin û komkujiyan xwe biparêz e. Ji bo fêhmkirina komkujiyan, divê hişê dîrokê zindî bê hiştin. Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, dîkta qesrê li bajarên Pirsûs, Enqere, Dîlok û bajarên Bakurê Kurdistanê bi komkujiyan hebûna xwe dewam kiriye."

Di panelê de sînevîzyonek li ser komkujiyên Mereş, Roboskî û 19'ê Kanûnê ya Girtîgehê hate nîşandan. Panel piştî nîşandana sînevîzyonê qediya.

BASEL

Hewldana Mereşê ya Swîsreyê, ji bo lenetê li komkujiya Mereşê bîne û mirovên jiyana xwe ji dest dane bibîr bîne, bi beşdariya 300 kesî li bajarê Baselê panelek lidar xist.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, Pîr Huseyîn Bîldîk qala Elewîtiyê kir.

Dûre Nûnerê HDP'ê Demîr Çelîk axivî û rewşa siyasî nirxand. Nivîskar û dîroknas Mehmet Bayrak jî ji aliyê dîrokî ve ev pêvajoya komkujiyê nirxand.

Piştî axaftina qisekeran, şahidên komkujiya Mereşê mafê axaftinê girtin û qala tiştên dîtin kirin.

Hunermendên ji herêma Mereşê Zohre Kûrtûlan û Cemo Dogan jî hunera xwe pêşkêş kirin.

FRÎEDRÎCHSHAFEN

Li komeleya Elewiyan a li bajarê Frîedrîchshafen ê Elmanyayê, komkujiya Mereşê di sala 38'an de hat lenetkirin û Kurd û Elewiyên jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Ozan Emekçî, ku tevî bavê xwe 16 ximzên xwe di komkujiyê de ji dest da, li merasîma bîranînê axivî.

Emekçî got, "Civaka Elewî di roja îro de jî bi têrkerî nikare xwe biparêze. Neçar in xwe biparêzin. Ti civaka xwe neparêze, nikare bi rengekî ewle bijî. Elewiyan pişta xwe dan CHP'ê û bi vî rengî timî winda kir. Em neçar in xwe bi xwe bi rêxistin bikin. Ji aliyê danasîna xwe bi raya giştî ya cîhanê ve, gelek kêmasiyên me hene. Ji bo Mereşên nû rû nedin, ya ku divê em xwe bispêrin, em bi xwe ne. Lewma divê em bixebitin û xwe bi rêxistin bikin."

Merasîma bîranînê bi helebst û stranên Ozan Emekçî qediya.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, qurbaniyên komkujiyên Dersîm, Mereş, Roboskî û 19'ê Kanûnê Girtîgehê, bi panelekê hatin bîranîn.

Li ser navê FEDA'yê Pîr Mûstafa Yagmûr, şahidên 'Operasyona Vegera li Jiyanê' Okan Ozgur ku di heman demê de rêveberê kovara Sinif Teorîsî ye, beşdarî panelê bûn.

Pîr Yagmûr got, "Zîhniyeta ku duh li Mereşê malên Elewiyan dişewitand, îro jî avahiyên HDP'ê dişewitîne. Yên ku duh bi gotina 'Allah û Ekber' li Mereşê mirov kuştin, îro jî bi heman qareqariyê agir berdidin avahiyên HDP'ê.

Yagmûr destnîşan kir, zîhniyeta duh îro bi desthilatdariya AKP'ê re heye û diyar kir, piştî Mereşê, bajarên Şirnex, Cizîr, Farqîn û Silopiya kirin Kerbela.

Okan Ozgur jî da xuyakirin, ku dewleta nîjadperest a Tirk heta niha herî zêde zilm li gelê Kurd ê berxwedêr kiriye û got, "Sibe wê dor were sosyalîstan û Elewiyan. Ji bilî berxwedan û rêxistinbûnê ti rêyeke me nîne. Dema me li zîndanan li ber xwe didan, hin mirov bêdeng man. Eger îro dor nehatibe me, ev nayê wê wateyê ku wê sibe dor neyê me."