Li Fransayê şehîd hate bibîranîn
Li Fransayê li herêma Normandîayê ji bo Rojhat Amara (Mehmet Acar) yê ku di pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû, merasîma bibîranînê hate lidarxistin.
Li Fransayê li herêma Normandîayê ji bo Rojhat Amara (Mehmet Acar) yê ku di pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû, merasîma bibîranînê hate lidarxistin.
Malbat û xizmên Şehîd Rojhat Ararat û Kurdistanî beşdarî bibîranînê bûn.
Bibîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê û şehîdên têkoşîna azadiyê hate destpêkirin.
Şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê Kemal Aktaş û Cûma Tak jî beşdarî bibîranînê bûn.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku hemû destkeftin bi saya şehîdên hatine bidestxistin û berxwedana 14’ê Tîrmehê bi îhtîşama xwe didome û ev berxwedana heta Rêbertî û Kurdistan azad bibe wê bidome.
Piştî sînevîzyona ji bo şehîd Rojhat Ararat merasîm bi dirûşmên“Şehîd namirin” bi dawî bû.