BI DÎMEN

Li Fransayê komploya navneteweyî hate şermezarkirin

Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Fransayê hate protestokirin.

Li paytext Parîs, Reîms û Marsîlyayê duh di pêşengiya ciwanan de çalakî hatin lidarxistin, hate diyarkirin ku AKP’e bi bêdengkirina medyayê amadekariya şerekî mezin dike û ev jî bi kilîtbûna li dor Ocalan dikare bê pûçkirin.

PARÎS 
Li paytexta Fransa Parîsê di pêşengiya endamên Ciwanên Azad de komplo bi meşek meşaleyî hate protestokirin. Ciwan li ber Gar de l'est kom bûn, heta Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê ku li nêzî Strasbourg Saint-Denis e, meşiyan.

Ciwanan pankarta “Bimire Komploya Navneteweyî, wê bê bersiv nemîne” hilgirtin, dirûşmeyên “Ji Ocalan Re Azadî”, “Qatil Erdogan” berz kirin, belavokên têkîldarî komployê belav kirin.

REİMS 
Li bajarê Reîms ê Fransayê jî Ciwanên Azad bi meşek meşaleyî komplo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan protesto kirin. Ciwanên Kurd li ber garê kom bûn, ber bi Cadeya P. Erlon dest bi meşê kirin. Tevî hewldana astengkirinê ya polîsan jî girseyê bi biryardarî çalakiya xwe domand.  Di meşê de dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Bimire Komploya 9’ê Cotmehê” berz kirin. Meş, piştî xwendina danezana çapemeniyê bi dawî bû.

MARSİLYA

Li bajarê Marsilya yê Fransayê jî Ciwanên Azad ji Qada Canabîer heta Qada Vîeûx Portre meşek meşaleyî li dar xistin. Piştî danezana daxwaza azadiya Ocalan dike hate xwendin, li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê Kemal Guler axivî û got; “Amadekariyên dawî ji bo qetlîamek mezin e. Divê bêdengkirina çapemeniyê, girtina televîzyonan wek parçeyek ji vê amadekariyê bê nirxandin. Pûçkirina van êrîşan jî wek gel di destê me de ye. Valaderxistina vê jî tenê bi kilîtbûna li dor Serok Apo mimkûn e.”

...