Li Fransayê 76 mizgeft di hedefa dewletê de ne

Hate gotin Wezareta Navxwe ya Fransayê ji bo mizgeft û hêwanên îbadetê ku weke bi rîsk têne nirxandin wê planeke berfireh sazkar bike.

 Li gorî nûçeya Le Fîgaro plansaziyeke çalakiyeke, ''mezin û berfireh'' heye.

Beriya pêşnûmeya yasayê ya Wezareta Karê Navxwe Gerald Darmanîn, ku ''wê rêgezên komarê xurt bike'' roja pêrşemê bîne Lijneya Wezîran li dijî mizgeft û hêwanên îbadetê ku weke bi rîsk tê dîtin, planaziya operasyoneke berfireh heye.

Bi vê armancê hemû midûrtiyên emniyetê ketin liv û tevgerê. Nîşeya, ''li şûna kulta Misilmanê xwedî cihêkarî'' ya Wezaretê wê ji polîsan re bibe spare.

Di wê nîşeyê de ya bi dîroka 27'ê Mijdarê ku Le Fîgaro bi dest xistiye 76 cihê îbadetê hene. Ji van 16 jê li herêma Parîsê, 60 jê li Fransayê ne. Ev bi rengekî jidiyayî wê bêne kontrolkirin.

Tê gotin ji 76 cihên îbadetê 18 jê bi daxwaza Wezareta Navxwe bilez wê bêne girtin.

Wezareta Navxwe eynî nûçe li ser Twîtterê par ve kir û got, ''Li gorî talîmatan serwîsên dewletê li dijî cihêkariyê wê çalakiyeke mezin û nû bidest destpêkirin. 76 mizgeft ku guman ji wan tê birîn cihêkariyê dike wê werin kontrolkirin û yên ku divê werin girtin wê werin girtin.''