Li Fransa, Avûstûrya û Elmanyayê Berxwedana 14’ê Tîrmehê hate silavkirin

Bibîranîna Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz didome yên ku li dijî faşîzma dewleta Tirk 35 sal berê li Girtîgeha Amedê dest bi rojiya mirinê kiribûn.

MARSÎLYA

Li Fransayê li bajarê Marsîlyayê li Navenda Civakî ya Demokratîk şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

Bi sedan Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn û pêşandana sînevîzyonê hate kirin.

TEV-ÇAND’a Marsîlyayê jî stranên ku berxwedêran jê hez dikirin, strandin.

Fûat Kav ê ku di wê demê de di zindana Amedê de bû bal kişand ser vî tiştî ku kadroyên pêşeng ên PKK’ê ji xeynî bedena wan tu çeka wan tune bû û li hemberî îxanet û teslîmiyetê dest bi berxwedanê kirin. Kav diyar kir ku berxwedêran ji bo gelê Kurd xwe feda kirine û got, “Îro jî ciwanên Kurd wê tola wan bistînin û wê gelê Kurd azad bibe. Em gelekî wisa ne ku, me şoreşa jinan pêk aniye.”

Kav bangî yên li Ewrûpayê kir û got, “Divê gelê me yê li Ewrûpayê rola xwe bi cih bînin û divê em ji bo Rêbertiya xwe her roj li qadan bin. Îsal divê bibe sala azadiyê ya Rêbertiya me.”

WELS

Li Avûstûryayê li bajarê Welsê, bibîranîna 14’ê Tîrmehê hate lidarxistin.

Di axaftinên bibîranînê de berxwedan hate silavkirin.

Piştî nirxandinan çalakî bi dawî bû.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, civîna bîranînê ya Şehîdên 14’ê Tîrmehê pêk anî.

Malbatên şehîdan, malbatên gerîlayan û Kurdisanî beşdarî bîranîna 14’ê Tîrmehê bûn. Di bîranîna bi rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan (KOMAW) Resûl Dersîm axivî.

Piştî axaftinê û şûnde yek ji şahidê berxwedana zindana Am edê siyasetmedarên Kurd Mehemt Sûrûç axaftinek kir. Sûrûç ê ku qala pêvajoya zindana Amedê kir got: “Qehremanên herî esasî yên ku em gihandin van rojan berxwedana çaran in.”

Di dawiya bîranînê de, sînevîzyonekî ku berxwedana 14’ê Tîrmehê vedigot hate temaşekirin.