Li Frankfurtê çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’
Li Frankfurtê çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’
Li Frankfurtê çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’
Li bajarê Frankfurt a Almanyayê ji bo ku bersûcên komkujiya di 9’ê Çile de li Parîsê pêk hat bên dîtin çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’ pêk hat. Çalakiya li ber seferatxaneya Fransayê ya Frankfurtê pêk hat de, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hildan.
Çalakiya ji aliyê Meclisa Jinan a Amara ve hate organîzekirin, li ber Seferatxaneya Fransayê ya Bakonhaîme Warte pêk hat.
Di çalakiyê de posterên Ocalan hatin vekirin û bê navber dirûşmeyên ‘Bila komkujiya Parîsê bê ronîkirin’ hatin berzkirin. Çalakiya saet di 15.00’an de destpê kir saet di 16.00’an de bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê hefteya pêş û şûnde dê saet di navbera 14.30 û 15.30’an de pêk were.