Li Frankfurt, Koln û Rotterdamê çalakiyên ciwanan ên ji bo Kobanê

Li Frankfurt, Koln û Rotterdamê çalakiyên ciwanan ên ji bo Kobanê

Li bajarê Elmanya Kolnê, komek ji endamên Ciwanên Azad avahiya WDR dagir kirin.

Endamên Ciwanên Azad ên danê êvarê li hev kom bûn, bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, avahiya televîzyonê ya WDR dagir kirin. 

Ciwanan li nava avahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û bi qasî nîv saetê çalakiya rûniştinê lidar xistin. Ciwanan timî bi Elmanî û Kurdî dirûşmên "DAIŞ ji Kobanê bicehime" û "Kobanê wê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" qîriyan. Ciwanan dûre belavokek bi zimanê Elmanî xwendin û piştî ku polîs hatin cihê bûyerê, ji bo demeke kurt tengezarî rû da. Polîsan ji hemû ciwanan nasname xwestin û li ser vê yekê ciwanan çalakiya xwe ya rûniştinê dewam kirin. Polîs li pêşberî helwesta polîsan paşde gav avêt û bi tenê agahiya nasnameya ciwanekî stend. Dûre du wezîfedarên WDR TV hatin û belavoka ciwanan a xwendin. Ji ber ku rayedarên WDR TV gilî nekirin, kes nehatin binçavkirin. Çalakî dûre bi dirûşman bi dawî bû.

LI FRANKFURTÊ ÇALAKIYA DAGIRKIRINÊ

Li Frankfurtê jî komek ji ciwanan danê êvarê saet di 19'an de, bi armanca şermezarkirina êrîşên li hemberî Kobanê, li stasyona navendî çalakî lidar xist.

Ciwanan xwe girêdan û dirûşmên "Kujer DAIŞ", "Tirkiye fînanse dike, DAIŞ qetil dike", "Bijî Berxwedana Kobanê" qîriyan û gelek belavok belav kirin. Ciwan piştre ji stasyonê heta Hauptwache meşiyan.

LI ROTTERDAMÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê STICKER

Endamên Ciwanên Azad ên Rotterdamê jî, dest bi kampanya stiker a ji bo şermezarkirina DAIŞ'ê kirin. Stickeran li gelek nuqteyên bajêr nivîsên "DAIŞ'ê bisekinînin - Ji bo Kurdistanê rabe ser piyan" nivîsandin û destnîşan kirin ku ew ê çalakiya xwe li gelemperiya Holandayê belav bikin.