Li Ewropayê tecrîd hate şermezarkirin, şoreş jî hate silavkirin
Li bajarên cihê yên Ewropayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin, ji ber salvegera wê jî Şoreşa Rojava hate silavkirin.
Li bajarên cihê yên Ewropayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin, ji ber salvegera wê jî Şoreşa Rojava hate silavkirin.
Li Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Mantes La Jolie ya herêma Normandiyayê ya Fransayê têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîna gel hate lidarxistin.
Di civînê de rewşa Ocalan û pêşveçûnên siyasî yên rojane hatin nîqaşkiririn û hate nirxandin ku têkoşîn gihiştiye asta bidestxistina statuyê. Di civînê de ev peyam hate dayîn ku “Divê ji bo azadkirina Rêber Apo em her dem li qadan bin.”
BORDEAÛX
Li bajarê Bordeaûxê ya Fransayê salvegera 5’emîn a Şoreşa Rojava hate pîrozkirin.
NCKD konê “Ji Ocalan re azadî” vekir û welatparêzan li vê derê belavokên li ser tecrîda li ser Ocalan, girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û Şoreşa Rojava belav kirin.
HAMBÛRG
Bi merasîmeke ku li bajarê Hambûrgê ya Elmanyayê Şoreşa Rojava hate pîrozkirin.
Axaftina destpêkê ya merasîmê ji aliyê nûnerê PYD’ê Cîhan Fettah hate kirin.
Fettah diyar kir ku di karakterê vê şoreşê de ya ku bi pêşengiya jinan bi pêş ve çû, wê nirxên ku hatine bidestxistin, werin parastin.
Leyla Elî li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan axivî û diyar kir ku ew ê li ser şopa xeyalên şehîdan bin û şehîdan gelê Kurd nêzî azadiyê kirine.
Di çalakiyê de Ozan Xemgîn Bîrhat, Seyda Perînçek, Siyamend Efrînî, Demhat Koçer, Mustafa Hogir, Slava Botan, Dilo Doxan, Cûdî Rustem û Hejar Elanî derketin ser dikê.
BODENSEE
Li bajarê Frîedrîchshafen ê herêma Bodenseeyê yê Elmanyayê salvegera Şoreşa Rojava hate pîrozkirin.
Li ser navê PYD û Komeleya Kurd axaftin hatin kirin. Di axaftinan de şoreş hate silavkirin û êrîşên li ser Efrînê hate şermezarkirin.
Li ser navê Partiya Çepgir a Elmanyayê jî hate gotin ku, “Şoreşa Rojava, şoreşa me ye jî.”
FRANKFÛRT
Li bajarê Frankfûrtê ya Elmanyayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîneke gel hate lidarxistin û nêzî 100 Kurdistanî beşdar bûn.
Piştî rêzgirtinê Meryem Dogan axivî û got, “Haya me ji Rêber Apo tune; ji ber wê jî em her kesî vedixwînin çalakiyan.”
Siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî jî got ku, “Heta ku em rewşa Rêberê xwe hîn bibin, em ê çalakiyan li dar bixin. Tu Kurd divê li hemberî vê tecrîdê bêdeng nemîne. Rêberê me em anî vê astê û kir ku cîhan Kurdan nas bike, ji ber vê divê her kes beşdarî çalakiyan bibin.”