Li Ewropayê pîrozbahî: Li Rojava mirovahî hate rizgarkirin
Li bajarên Ewropayê pîrozkirina 5. salvegera Şoreşa Rojava didome.
Li bajarên Ewropayê pîrozkirina 5. salvegera Şoreşa Rojava didome.
Li bajarên Ewropayê pîrozkirina 5. salvegera Şoreşa Rojava didome.
BENSHEÎM
Li bajarê Bensheîm ê Elmanyayê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Kurdistanî hatin cem hev û Şoreşa Rojava pîroz kirin. Nûnerê PYD’ê piştî deqeyek rêzgirtinê axivî.
Her wiha li ber muzîka Komîsyona Çandê ya Bensheîmê govend hate gerandin.
BRUKSEL
Li paytexta Belçîka Brûkselê li NCDK’ê bi pêşengiya Melcîsa Jinan a Şehîd Bêrîtan Şoreşa Rojava hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ku li Komeleya Çanda Kurd çêbû Wekîlê HDP’ê Ozdal Uçer axivî. Uçer Arîn Mîrkan bi bîr anî û got ew pêşengeke jin e ku rizgariya mirovahiyê dinimîne.
Nûnera Yekîtiya Jinên Sosyalîst Zeynep Gungor jî axivî û got: "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Arîn Mîrkan pêşanga tevgera enternasyonalîst e."
Nûnera PYD’ê Katîbe Alî jî Arîn Mîrkan, Sakîne Cansiz û hevalên wê bi bîr anîn. Alî diyar kir ku Cansiz radestî Esat Oktay ê êşkencekar nebûye û berwedana jinê nîşan daye.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê li Başûrê Fransa Şoreşa Rojava bi organîzeya TEV-ÇEND û NCDK’ê, bi tevlêbûna gelek Kurdistaniyan hate pîrozkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê bi Fransî belevokên ku mebesta pîrozkirinê vedibêjin hatin belavkirin, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên YPG-YPJ’ê hatin hildan.
Piştre govend hate girêdan û di govendê Ereb, Kurd, Fransiz û ji gelên din mirov bi hev re govend gerandin.
Derengiya şevê sînevîzyon hate nîşandan. Lİ Meydana Vîeux-Portê bi prejeksiyoneke mezin berxwedana Rojava hate nîşandan. Pîrozbahî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
MONTPELLÎER
Li Montepellîer a Fransayê Şoreşa Rojava hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de, ku li meydana Comedîayê pêk hat hevserokên NCKD’ê axivîn.
Di axaftinan de hate gotin Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û ji bo gelên Rojhilata Navîn hêvî û ronkahî ye. Her wiha hate gotin, "Çawa ku Kobanê rê nedabe çeteyan Efrîn jî wê rê nede dagirkeriya dewleta Tirk."
Pîrozbahî govendê bi dawî bû.