Li Ewropayê li dijî bazirganên tiryak û mirovan operasyon

Li Ewropayê li dijî bazirganên tiryak û mirovan operasyon

Li Ewropayê di operasyona li dijî bazirganên tiryak û mirovan ji hezaran zêdetir kes hatin binçavkirin, hat ragihandin ku 13 zarokên Romanyayî jî hatine rizgarkirin.

Hêza polîsan a Yekîtiya Ewropa Europol diyar kir ku di 15-23’ê Îlonê de li dijî bazirganên tiryak û mirovan operasyoneke mezin pêk anîne.

 Di operasyona bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin hat diyarkirin ku li gel 28 welatên Yekîtiya Ewropa, Avusturalya, Kolombiya û DYA jî tevlî operasyonê bûne.

Hat destnîşankirin ku di operasyonê 170’ê jê bazirganên mirovan, hezar û 27 kes hatine binçavkirin, 200 kîlo eroîn û 599 kîlo kokaîn hatiye bi destxistin.

Di operasyonê de 13 zarokên Romanyayî jî hatine rizgarkirin.