Li Ewropayê karê hilbijartinê yê ji bo HDP'ê dewam dike

Li Ewropayê, karê ji bo HDP'ê û namzetê wê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş dewam dike.

Li Ewropayê, karê ji bo HDP'ê û namzetê wê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş dewam dike.

ISHOJE

Li bajarê Ishøjê Danîmarkayê, bi beşdariya Hafiz Ahmet Tûrhalli xwarina fikarê hate dayin û civîna gel hate lidarxistin. Tûrhalli li vir axivî û destnîşan kir ku divê 24'ê Hezîranê hesab ji kesên ku fermana kuştina Kurdan dane û ji bo vê olê bi kar tînin, bê pirsîn.

HAMBURG: Li Zanîngeha Hamburgê bi beşdariya namzetê rêza yekemîn ê Çewligê Erdal Aydemîr, Parlamentera Partiya Çep a Elman Cansû Ozdemîr û Serokê Navenda Çanda Elewiyan a Hambûrgê Cengîz Orhan panelek hate lidarxistin. Aydemîr diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rengê aştiyane ew ji nava HDP'ê bûye namzet û got, "Dengek jî dikare encama hilbijartinê biguherîne." Cansû Ozdemîr jî destnîşan kir ku bi karekî bi dîsîplîn û fedakar, dîktatoriya Erdogan dikare bê hilweşandin.

PARIS: Li banliyoya Creil a paytexta Fransa Parîsê, daweteke ku piraniya mêvanên wê CHP'yî bûn, veguherî qada hilbijartinê ya HDP'ê. Endamê Dîwana KCDK-E Mûrat Ceylan li dawetê axivî û got, demokrasiya li Tirkiyeyê bi HDP'ê dibe û bang li dengdêrên CHP'ê kir ji bo deng bidin HDP'ê.

TORONTO: Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Komîsyona Hilbijartinê ji namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş û HDP'ê, dixebite. Bi vê armancê wê 10'ê Hezîranê şevek piştgiriyê ji bo HDP'ê li dar bixe. Li gel amadekariyên şevê, ji bo dengdanê jî hilbijêr tên agahdarkirin.

STOCKHOLM: Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Swêd Stockholmê, bi heman armancê li taxa Solnayê stand danîn. Dildarên HDP'ê belavok li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li taxê belav kirin. Kurdistanî wê îro jî (Sêşem) saet 17'an li taxa Kistayê standa agahdarkirinê deynin.

LORIENT: Lİ bajarê Lorient ê Fransayê, li Komeleya Çanda Elewiyan a Morbihanêli ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê civînek hate lidarxistin. Serokê rûmetê yê AABK Tûrgût Oker li civînê axivî û got, "Eger em naxwazin serê xwe li ber dîktatoriyê bitewînin, weke gelên Tirkiyeyê divê em li dora HDP'ê li hev bicivin."

STUTTGART: Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, ji bo agahdarkirinê belavok hatin belavkirin. Komek ji 5 kesan li Bad Cannstattê, nameya Selahattîn Demîrtaş a ji bo dengdêrên li Ewropayê nivîsandibû belav kir. Komê her wiha esnafên li Bad Cannstattê jî ziyaret kir.