Li Ewropayê ji bo Kobanê grevên birçîbûnê

Li Ewropayê ji bo Kobanê grevên birçîbûnê

Li gelek bajarên Ewropa ji roja Yekşemê ji bo Kobanê grevên birçîbûnê hene. Bi vê ve girêdayî meş, çalakiyên rûniştinê û xebatên dîplomasiyê tên meşandin. Ji bo civaka navneteweyî bikeve nav tevgerê bang tên kirin. 

Kurd li her cihê di nav çalakiyan de ne.  Li erdzemînên Ewropa, Awûstrûlya, Amerîka û Asya hema hema her roj çalakî hene. Greva birçîbûnê jî li ser meş, çalakiyên dagirkirinê, yên rûniştinê, vedana konan û hevdîtinên dîplomasiyê zêde bûn. Çalakvan dixwazin ji kesên parastina Kobanê dikin re alîkariya çekan, ji kesên koçber bûne alîkariya însanî û li hember dewletên wek Tirkiyeyê yên piştgiriyê didin çeteyan pêkanîn bên kirin û kantonên Rojava bên naskirin.

STRASBOURG

Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kurdan hatiye destpêkirin, bi çalakiyên cuda berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Fransa Strasbourgê bi banga Kongreya Civaka Demokratîk a Ewropayê (KCD-E) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) hatiye destpêkirin, di roja duyemîn de ye.

Ji Kobanê Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim û Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah bi telefonê xîtabê kesên beşdarî çalakiyê bûne, kirin. Rayedarên Rojava der barê rewşa dawî ya herêmê de agahî dan û banga xurtkirina çalakiyan kirin. Muslim û Ebdullah dan zanîn ku çalakiyên li Ewropayê moral û dilxweşiyê dide wan û çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin.

15 jê jin bi giştî 30 kes tevlî greva birçîbûnê bûne û di nava vana de ji rêxistinên çep ên Tirkiyeyê yên weke MLKP û ATÎK û Serokê Federasyona Êzidiyan û nûnerên PYD’ê hene.

Di çarçoveya çalakiyê de, endamên TJKE’yê dosya pêşkêşî Saziya Mafên Jinan, Xaça Sor, Bijîşkên Sînornenas û saziyên Katolîk kirin. Di dosyeyan de tevî amûrên teduristiyê, daxwaza alîkariya mirovahî ji van saziyan hate kirin.

Ji parlamenterên Partiya Çep a Elman (Die Linke) ya Parlementoya Ewropayê Anete Groth hat serdana çalakgeran. Groth da zanîn ku banga alîkariyê ya endamê Partiya Çep ê Meclîsa Federal û Parlamentoya Ewropayê Andrej Hunko bi bandor bûye û da zanîn ku çalakiyên Kurdan ji bo wan xerîb nayên. Groth da zanîn ku wê yek ji her sê jinên Kurd ên ku li Parîsê hatin qetilkirin Fîdan Dogan ji nêzîk ve nas dikir û destnîşan kir ku şandeyek ji Parlamentoya Federal çûye Rojava.

Groth da zanîn ku ew li dijî fikra şandina çekan bo Rojhilata Navîn e û da zanîn ku li şûna hûn çekan bişînin, zextê li DAIŞ’ê û Tirkiyeya piştgiriya wê dike, bikin, divê ev yek bên axaftin. Groth diyar kir ku ji bo Rojava çareseriyeke lezgîn pêwîst e û got: “Divê YE di vî warî de wezîfeya xwe bi cih bîne.”

Çalakiya greva birçîbûnê dê roja Şemiyê saet di 14.00 de, bi meşa ku dê ji ber avahiya KE’yê heta Qada Klebe berdewam bike, bi dawî bibe. Çalakgeran bang li her kesî kir ku bi awayekî xurt beşdarî vê meşê bibin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîs bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ û xwedîderketina li berxwedana Kobanê Kurdan kon vedan û dest bi greva birçîbûnê kirin.

Tevayî saziyên Kurdistanî yên pêkhateyên Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F), li ber Parlamentoya Neteweyî ya Fransa ya Parîsê dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê wê heta roja Şemiyê bidome.

Hevserokatiya CDK-F bang li tevayî şoreşgerên Kurdistanî û raya giştî ya demokratîk kir da ku tevlî çalakiya li ber meclîsê bibin.

Di çalakiyê de têkildarî Kobanê agahdarî tên kirin. Çalakvan ku xwe amade dikin heta nîvê şevê li kon bimînin, helwesta polîsan a destûr heta saet 17.00’an dan wê çawa be di saetên pêşiya me de wê diyar bibe. Girse bi dirûşmayan çalakiya xwe didomînin.

BERLÎN

Bi armanca piştgiriya berxwedana Kobanê  ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, li paytexta Elmanya Berlînê çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li qada navdar a Brandenburg Tor a Berlînê,  bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî destpê kir.

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) ji bo balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê greva birçîbûnê hate destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê  îro set di 13.00'an de, li Qada Brandenburg Tor (Deriyê Brandenburg) ya ku ne tenê ji bo Berlînê, ji bo hemû Elmanyayê xwedî girîngiyekî mezin e, bi daxuyaniya çapemeniyê destpê kir.

Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan ên li Berlîn û derdorê dijîn hat destpêkirin, li qadê kon hatin vedan. Çalakî bi axaftina Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç ê di nava çalakvanên greva birçînbûnê de cih digire destpê kir. Koç ku bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ û giringiya berxwedana Kobanê û xwest ku hemû kes piştgiriyê bide çalakiyê.

Koç diyar kir ku divê li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedanekî navneteweyî ya ciddî bê nîşandan û got ku di vê mijarê de bi taybetî rolekî girîng dikeve ser milê Elmanya û Yekîtiya Ewropayê. Koç xwest ambargoya li ser Rojava bê rakirin û zext li Tirkiyeya ku destekê dide çeteyên DAIŞ bên kirin.

Yekem kesên piştgirî dan greva birçîbûnê ev in: endama Yekîtiya Hekîmên Navneteweyî yên Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) Dr. Gisela Penteker, Prof. Dr. Norman Paech, civaknas Martin Dolzer û Sekretera Giştîyê Tevgera Aşitiyê ya Katolîkan Christine Hoffmann.

KOLN

Kurdên li Eyaleta NRW ya Elmanyayê dijîn, ji bo xwedî li berxwedana li Kobanê derkevin li bajarê Kolnê dest bi greva birçîbûnê kirin. Komê bi daxuyaniyeke çapemeniyê grev ragihand û bang li raya giştî ya navneteweyî kir, ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke aktîf bimeşîne. Çalakgeran ji hêzên navneteweyî jî xwestin ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bi lezgînî tedbîran werbigirin

Li vir jinên Kurd çûn serdana DIE Linke (Partiya Çep)û Yekitiya Keskan rayedarên partiyan. Jinên Kurd çûn serdana Hevserokê Partiya Çep a Kolnê Michael Weisentein û Hemdiye Akbayir, ji partiya Keskan jî endamên bi eslê xwe Kurd Firat Yurtsever û Bêrîvan Aymaz.

Jinan, dan zanîn ku ew dixwazin bûyerên li Kobanê diqewimin rabigihînin û daxwaz ji Elmanyayê dikin ku dest ji bêdengiya xwe ya li hemberî Kurdan berde.

Rayedarên Partiyan dan zanîn ku ew dê  di civînên meclîsa partiyê de van daxwazan bînin rojevê û ragihandin ku ew rewşa Kobanê ji nêzîk ve dişopînin. Hevserokê Partiya Çep a Kolnê Michael Weisentein bal kişand ser êrîşên li ser Kobanê û da zanîn ku Kobanê têkoşîna ji bo mirovahiyê tê meşandin.

Jinên Kurd piştre vegeriyan ber Dêra Domê ya ku çalakiya greva birçîbûnê têde berdewam dike. Jinên Kurd li navenda bajêr bi êlekên greva birçîbûnê ve geriyan û drebarê êrîşên li ser Kobanê de agahî dan raya giştî.

BRUKSEL

Li Brukselê ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê, li ber Parlamenta Ewropayê (PE) greva birçîbûnê destpê kir.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û xwedîderketina li berxwedana Kobanê, li ber Parlamenta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê greva birçîbûnê destpê kir.

Çalakgerên greva birçîbûnê dan xuyakirin ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin, ew ê çalakiya xwe dewam bikin.

Aveg-Kon, Komeleya Suryaniyan û gelê Keldanî jî destekê didin greva birçîbûnê.