BI DÎMEN

Li Ewropayê çalakiyên li dijî tecrîd û dagirkirina Cerablûsê

Kurdistanî li gelek bajarên Ewropayê daketin kolanan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkirina Cerablûsê ji aliyê artêşa Tirk ve, şermezar kirin.

Kurdistanî li gelek bajarên Ewropayê daketin kolanan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkirina Cerablûsê ji aliyê artêşa Tirk ve, şermezar kirin.

DRESDEN

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê Uta çalakgeran li Albertplatz a navenda bajêr stant danîn. Çalakî saet di navbera 10:00-15:00 de pêk hat û li ser mijarê gelek belavok hatin belavkirin. Çalakgeran der barê tecrîda li ser Ocalan de agahî dan û gotin, ew ê heta rakirina tecrîdê çalakiyên xwe bidomînin. Çalakiyê bala Elmanan kişand.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, Meclîsên Jinan û Navendên Civaka Demokratîk a Kurd ên li Frankfûrt, Gîessen, Darmstadt, Hanaû û Offenbachê, ji Kaîserstrasseyê dest bi meşê kirin. Ev çalakiya ji bo şermezarkirina tecrîdê, li meydana Romerê veguherî mîtîngê. Di çalakiyê de dirûşmên "Leşkerên Tirk ji Rojava bicehimin", "Bijî Serok Apo", "Kujer Tirkiye", "Bijî Berxwedana Rojava" hatin qîrîn. Qisekeran jî dan xuyakirin, ku heta rakirina tecrîda li ser Ocalan ew ê her li qadan bin.

KÎEL

Kurdên li bajarê Kîel ê Elmanyayê dijîn, mîna her Çarşemê li meydana Asmûs Bremerê çalakî lidar xistin û tecrîd şermezar kirin. Çalakgeran wêneyên Ocalan hildan û bi sedan belavok belav kirin. Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axaftin hat kirin û bang li Kurdan hat kirin ku her Çarşemê tevlî çalakiyan bibin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê Ronahî û Bêrîvan, tecrîda li ser Ocalan û polîtîkayên dewleta Tirk ên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê hatin şermezaririn.

Di çarçoveya çalakiyê de li ber stasyona trenê ya navendî gelek belavok hatin belavkirin. Beşdarên mîtîngê dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Faşîst Erdogan" qîriyan.

ÎNNSBRÛCK

Li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê bi pêşengiya Komîteya Jinê Amara, çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û ji bo bal bê kişandin ser komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, darbestên sembolîk hatin hilgirtin.

RENNES

Pêşengiya Komeleya Jinê Zîn, li bajarê Rennes ê Fransayê zêdeyî 500 kes li dijî tecrîdê meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Lîberez Ocalan", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn û li meydana La Maîrîe veguherî mîtîngê. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê axaftin hat kirin û hat gotin, heta azadiya Ocalan Kurd wê çalakiyên xwe bidomînin.

NANTES

Li bajarê Nantes ê Fransayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Engîn Sîncer û Komeleya Jinê Zîn, ji bo Ocalan li Place de Royel daxuyaniyek dan çapemeniyê û mîtîngek lidar xistin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hikûmeta AKP'ê bi hevkariya DAIŞ'ê re dixwaze destketiyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê têk bibe û bang li hemû Kurdistaniyan hat kirin ku biherikin qadan. Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.

BÎEL

Komuna Jinê Arîn Mîrkan a li bajarê Bîel ê Swîsreyê, mîna her Çarşemê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevî Kurdistanî û dostên wan li Zentralplatzê çalakiyeke protestoyî lidar xist. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin, endamên komîsyona çandê li erbanê dan û bi qîrîna dirûşman Erdogan û AKP hatin şermerzarkirin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Kurd û dostên wan li dijî dagirkirina Cerablûsê û tecrîda li ser Ocalan mîtîngek lidar xistin. Di axaftinên li qada mîtîngê de hat gotin, dagirkeriya dewleta Tirk wê li herêmê rê li ber komkujiyên nû veke û kaosa li Sûriyeyê kûrtir bike. Qisekeran xwestin, tecrîda li ser Ocalan jî derhal were rakirin. Di çalakiyê de li ser armanca çalakiyê gelek belavok hatin belavkirin.

...