Li Ewropa tecrîd û DYA tê protestokirin

Li bajarên Kopenhag û Borlangê tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA ya li dijî sê rêveberên PKK’ê û KCK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan hate protestokirin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê komeke çalakvanên ku li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê hatin ba hev, biryara DYA ya li ser sê rêveberên PKK’ê û KCK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan protestokirin.

Di çalakiyê de li gel hildana posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK’ê jî hatin bilindkirin.

Di belavoka li ser navê Meclîsa Jinan a Sêvê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate xwendin de, bal hat kişandina ser têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û biryara DYA hate şermezarkirin.

BORLANGE

Li bajarê Borlange yê Swêdê jî di pêşengtiya Ciwanên Şoreşger de, meşek hate lidarxistin. Di meşê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA hate şermezarkirin.

Li ser navê ciwanan Fûat Pirsûs axivî û destnîşan kir ku wê ciwanên Kurd tecrîdê parçe bikin.

MELBOÛRNE

Li bajarê Melboûrne yê Awûstûryayê, salvegera 81’an a darvekirina Rêberê Kurdan Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn. Di bîranîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîctorîayê hate kirin, sînevîzyonek hate nîşandan. Di bîranînê de li ser qirkirina Dersimê axaftin hatin kirin.