Kurdan li Saarbruckenê DYA şermezarkirin

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê Kurdan li dijî biryara DYA’yê ya li dijî pêşengên PKK’ê û tecrîda giran a li ser Ocalan kon vedan.

Çalakî li pêşiya Europa Galerîe yê pêk hat û di çalakiyê de gelek belavokên ku biryara DYA’yê şermezar dikin hatin belavkirin.

Hevseroka Navenda Civaka Demokartîk a Kurd (NCDK) Dexîl Îbrahîm li kon axivî û got biryara xelatê ya DYA’yê li dijî rêveberên PKK’ê nayê qebûl kirin.

Îbrahîm wiha domand; “Tevgera azadiya Kurd her demê hêza xwe û îdeolojiya xwe esas digre û li gorî wê tevger dike.Tevgera azadiya Kurd hêza xwe ji gelê xwe digre û çi dibe bila bibe wê têkoşîna xwe bidomîne.”