Endamên Ciwanên Azad Hannover di nav çarçoweya kampanyaya ‘’Azad bike’’ ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afîş daleqandin.
Ciwanên Kurd berêvarî li navenda Hannover afîşên ku wêneyên Ocalan li ser bûn ên bi rengê ‘’ Freiheit für Öcalan - #AzadBike’’ bi dîwra ve kirin. Ciwanan gotin ew bi dirûşma ‘’Serok Apo Azad bike, Kurdistanê Azad bike, Jiyanê Azad bike’’ çalakiyên xwe pêk tînin û gotin, ‘’heta ku Rêber Apo Azad nebe, em ê her roj çalakiyan bikin’’ Ciwnan gotin, ‘’Kapmanyaya Azad bike wê Rêber Apo azad bike’’ û bang li hemû ciwanên Kurd û dostên şoreşger kir ku her kes xwe tevlî çalakiyan bike.
DEHN HAAG
Lİ Den Haag a Hollanda endamên Ciwanên Azad, di nav çarçoweya kampyayê de ji bo azadiya Ocalan çalakiya stîcker kir.
Li gelek deverên navendî yên Den Haagê stîckên ‘’ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statî’’ hatin zeliqandin. Tecrîda li ser Ocalan, qirkirina siyasî û civakî ya li Kurdistanê hate şermezakirin.
Ji bo meşa dirêj ya ku bi mebesta şermezarkirina komploya navnetewî ku ji du milan ve wê dest pê bike, bang li hemû ciwanên şoreşger hate kirin ku tevlî meşê bibin.
VILLIERS-LE-BEL
VILLIERS-LE – BEL
Endamên Ciwanên Azad ji bo meşa ku 5’ê Sibatê li Mannheîm Elmanya wê ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, banga tevlêbûnê kirin û gotin, ‘’Em ciwanên Kurd ên ku li Ewropa dijîn, heta ku Rêber Apo azad bibe em ê têbikoşin, her roj têkoşîna me wê berfirehtir bibe. Ji bo vê jî em dibêjin, ‘ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statî’’ Em bang dikin ciwanên me yên li Fransa û Ewropa xwe bi xurtî tevlî meşên me yên dirêj bike. Bi kampanyaya Azad Bike em Rêber Apo azad bikin, Kurdistanê azad bikin û jiyana azad ava bikn’’
AGAHIYÊN MEŞA DIRÊJ
Milê Pêşî
Luxemburg – Strasbourg
1 Sibat Luxemburg
Milê Duyê
Mannheim Strasbourg
5 Sibat li Mannheim li ber HBF e saet 09.00’an dest pê dike
(Kombûn 4’ê Sibatê li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Ludwigshafen/Mannheim )