Li Evry û Cannesê çalakiyên daxwaza azadiya Ocalan

Li bajarê Cannes û banliyoya Evry ya paytexta Parîs a Fransayê bi daxwaza Azadiya Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan, ji aliyê ciwanan ve çalakiyek hate lidarxistin.

EVRY

Li banliyoya Evry ya paytext Parîs a Fransayê, bi pêşengtiya endamên Ciwanên Azad Zinar Raperîn ve li Gara Grîgnyê meşek hate lidarxistin. Di meşa heta Navenda Civaka Demokratîka dom kir de, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hate şemrezarkirin.

Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Ji Ocalan re azadî” hate qîrkirin de, hevseroka NCD Lamîa Merdîn hevberdevkê Ciwanên Azad Azad Rizgar axivîn. Di axaftinan de bal hate kişandina ser tecrîda li ser Ocalan, diyar kirin ku wê çalakiyên xwe bidomînin.

CANNES

Li bajarê Cannes ê Fransayê endamên Ciwanên Azad a Dragûgînanê di çarçoveya kampanyaya “Azad Bike” de li pêşiya avahiya Festîvala Fîlim a Cannesê çalakiyek lidar xistin.

Ciwanên ku di çalakiyê de bi sirûd û dirûşan li pêşiya avahiya ku tirûst gelek diçûn serdanê dikirin, welatiyên derdorî jî eleqeyek mezin nîşan dan.

Di çalakiya belavokên Fransî hate belavkirin de, agahdarkirin jî pêk hat.

Di daxuyaniyên çalakiyê de hatin kirin, hat diyarkirin ku heta Ocalan azad bibe wê çalakiyên xwe bidomînin.