Li Esenyûrtê roja Kobanê hate pîrozkirin

Li Qada Kartal a Stenbolê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin.

Roja 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku li herêma 1. a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate lidarxistin de gel, li Qada Kartal kom bûn, li gel dirûşim û govendê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin. Polîsan êrîşî pîrozbahiya ku di pêşengtiya rêxistin HDP’ê ya Esenyûrtê ve li dar bixin kirin, wesayîta TOMA’yê li pêşiya avahiyê bi cih kir û astengî derxistin. Piştî dorpêça polîsan a li pêşiya avahiya navçeyê û şûn de, pîrozbahî di avahiya navçeyê de hate kirin. Di pîrozbahiyê de Devrîm Çelîk derket ser dikê helbest û sirûd gotin. Piştî pîrozbahiyê hunermend Devrîm Çelîk û kesekî navê wî nehate zanîn li gel hatin binçavkirin.