Li Esenyûrtê ji DAIŞ'ê re konê 'alîkariyê' ji Kurdan re bombeya gazê!
Li Esenyûrtê ji DAIŞ'ê re konê 'alîkariyê' ji Kurdan re bombeya gazê!
Li Esenyûrtê ji DAIŞ'ê re konê 'alîkariyê' ji Kurdan re bombeya gazê!
Di çalakiya şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê ya li Esenyûrtê bi pêşengiya rêxistina DBP'ê hat lidarxistin de, karkerê înşaetê Tanjû Aydemîr ê bi guleya rastî ji pişta xwe û karkerê febrîqeyê Îbrahîm Taniş ê ji ber kapsula gazê ji bêvila xwe birîndar bûn, ji ANF'ê re axivîn.
Karkerê înşaetê Tanjû Aydemîr ê ji bo kar ji Mûşê hat Stenbolê, ji ber fîşeka li aliyê çepê yê pişta wî ketiye, bi zorê radibe ser piyan û hînê di bin şoqê de ye. Aydemîr diyar kir ku ji ber nekarî tevlî çalakiya nobedê ya li ser sînor bibe ew gelekî xemgîn bûye û ji ber vê yekê di 28'ê Îlonê de beşdarî meşa destekkirina berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya DBP'ê bûye. Aydemîr destnîşan kir ku xweranegirtina li Kurdan li vê derê jî derketiye pêşiya wan.
KESEKÎ HEQARET LI NASNAMEYA KURD KIR Û GULE LI SER ME REŞAND
Aydemîr êrîşa ew lê rast hatin wiha vegot: "Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, bi girseya ji 2 hezar kesî re, em ji Meydana Cûmhûriyetê ya Esenyûrtê ber bi avahiya AKP'ê ya navçeyê ve meşiyan. Li ber avahiya AKP'ê ya navçeyê ku me yê daxuyaniyek bidan çapemeniyê, em li êrîşa polîs û AKP'yiyan rast hatin. Ji bo em xwe ji ava şid, bombeyên gazê û fîşekên plastîk rizgar bikin, destpêkê em vegeriyan avahiya DBP'ê ya navçeyê. Ji vir ber bi Baglarçeşmeyê me ji nû ve dest bi meşê kirin. Dema bi qîrîna dirûşman me xwe gihandin ber marketa BÎM, kesekî li qatê jor ê marketê rûnişt ê derdora 35 salî bû û ser rût bû, paceya xwe vekir û heqaretên giran li nasnameya me kir. Girseya gel nerazîbûn nîşan da û vî kesî bi çeka xwe gule li ser me reşand. Dema em direviyan, min li aliyê çepê yê pişta xwe êş ek hîs kir û hingî min fêm kir ku gule li min ketiye."
Aydemîr bi lez û bez rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Esenyûrtê û derket holê ku gule ji ser derbas bûye. Aydemîr diyar kir ku tevî ew bi fîşekê birîndar bû jî doktorên ew mûayene kirine bi israr gotine cisim û bi vî rengî not kirine. Aydemîr got, "Em bimirin wê dernekeve holê ku em bi çi mirine." Aydemîr da xuyakirin ku wî rapora mehekê ya nikare bixebite wergirtiye, lewma du caran mexdûr bûye û got, "Em Kurd li her cihî dibin hedef."
JI BO KOBANÊ EGER PÊWÎST BIKE EM Ê BIMIRIN!
Kesekî din ê di dema êrîşa polîsan de birîndar bû Îbrahîm Taniş ê 24 salî ye. Taniş ê ji ber êrîşa giran a polîsan xwe li avahiya DBP'ê ya navçeyê girt û dema derbasî aliyê din ê rê dibû ji ber kapsula gazê ya polîsan li bêvila wî ket birîndar bû, tevî ku xwîn jê diherikî meşa xwe dewam kir. Taniş diyar kir ku li nêzî navenda bazarê ya Eskuleyê kesekî ji derdorê re axiviye û bi dengekî bilind gotiye "Eger hûn van ciwanên Kurd nekujin wê her roj li vir çalakiyê pêk bînin" û gel sor kiriye. Taniş got, "Li dû tengezariyeke demkurt a li vir, ji aliyê marketa BÎM gule li ser me hat reşandin." Taniş ê rakirin nexweşxaneyê derket holê ku bêvila wî şikestiye. Taniş got, "Bi şikandina bêvilê re nikarin me bêdeng bikin. Ji bo gelê me yê li Kobanê li ber xwe dide, eger pêwîst bike em ê bimirin."
RÊ LI DAIŞ'Ê RE HAT VEKIRIN, ÊRÎŞÎ GELÊ KURD KIRIN!
Hevserokê Rêxistina DBP ya Esenyûrtê Mahmût Çakan xwe amade dike giliyê Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Esenyûrtê bike û da xuyakirin ku berpirsyarê van êrîşan Midûrê Emniyetê yê Navçeya Esenyûrtê Seçkîn Çengeloglû û Alîkarê Midûrê Emniyetê yê Navçeyê Selamî Turker e û anî ziman ku ew ê giliyê wan bike. Çakar ê ji ber gaza zêde dengê wî ketiye anî ziman ku emniyet çavê xwe li hin komeleyên ku li Esenyûrtê bi vedana kom re ji bo DAIŞ'ê alîkariyê kom dike, lê belê êrîşa li hemberî Kurdan ji xwe re weke wezîfeyê dibîne.