Li Enqerê û Stembolê polîsan mudaxaleyî çalekiya ODTÜ'yê kirin

Li Enqerê û Stembolê polîsan mudaxaleyî çalekiya ODTÜ'yê kirin

Protestoyên ku bi armanca şermezar kirina xirakirina daristanên ODTÜ û projeya rêya taxa 100. Yilê tên kirin de, li Enqerê û stambolê polîsan bi gazê û ava şit mudahale kir.Li Galatasarayê ji herî kêm 6 kes hatin girtin.

Piştî projeya Parka Geziyê li Enqereyê ji her ku diçe li hember projeya çêkirina rê nerazîbûn zêde dibin û xebatên projeyê ji bênavber berdewam dike.Di seat 17:00’an de derdora 2 hezar kes li ser rêya 100. Yıl Mîgrosê kombûn.

Piştî daxuyanî hat dayîn çalekgeran bi diroşmeyên  "Her der ODTÜ ye, her der berxwedane", "şehrê çêneke emê li serê we de bînîn xarê" berbi  şantiyê ve meşiyan.

Çalekgeran rê li trafikê girtin û berî ku bigihîn şantiyê di saet d18:45’an de ji aliyê polisan ve hatin asteng kirin. Polisan bi ava şita TOMA’ yê û  gazê hewil da çalekeran rawestîne.

Li milê din hat ragihandin ku polisan guleyên pilastîk û bombeyên deng ji avêtine. Li gorî ETHA’yê hinek çalekger ji ber guleyên plastik birîndar bûne. Helîkopter li ser qada çalakî lê hatî kirin  geriya.

Polîsan mudaxaleyî girseya ku li Qada Galatasarê li hev kom bûn û çêkirina rêya li ODTU'yê şermezar dikir kir. Di mudaxaleyê de 6 kes hatin binçavkirin.

Girseya ku çêkirina rêya li ODTU tê çêkirin li Qada Tunelê şermezar kir rastî mudaxaleya polîsan hat. Girseya ku rastî mudaxaleya polîsan hat dîsa li Qada Galatasarayê li hev kom bûn û çalakiya xwe berdewam kir. Girseya ku di çalakiyê de silogna "ODTU di ber xwe bide taksîm bi tere ye" berz dikir rastî mudaxaleya polîsan hat. Di mudaxaleyê de 6 kes hatin binçavkirin. Rageşiya di navbera girse û polîsan de berdewam dike.