Li Enqerê di nav 9 mehan de 1436 kes hatin destgîrkirin
Çar rêxistinên civaka sivîl raporek weşandin û li gorî vê raporê di nav 9 mehan de li Enqerê 1436 kes hatin destgîkirin, êşkence li 3 kesan hate kirin.
Çar rêxistinên civaka sivîl raporek weşandin û li gorî vê raporê di nav 9 mehan de li Enqerê 1436 kes hatin destgîkirin, êşkence li 3 kesan hate kirin.
Rapora binpêkirina mafan ji hêla Navenda Mafê Mirovan a Baroya Enqerê, Odeya Tabîban a Enqerê, Şûbeya Mafê Enqerê ya Mafê Mİorvan û Weqfa Mafê Mirovan ve hate hate hazkirin.
Di raporê de li ser tundiya polîsan a Enqerê agahî hate dayin, dema destgîkirina, windakirin, revandinê binpêkirinên mafên xwepêşandanê û azadiya derbirînê hatin vegotin.
Li gorî raporê 2019'an di 9 mehên pêşî de li Enqerê 1436 kes hatin destgîrkirin, 3 kes hatin girtin û li navenda destgîkirinê êşkence li 3 kesan hate kirin.