Li Enqere, Çanakkale û Stenbolê bi dehan kes hatin binçavkirin
Di protestoyên Komkujiya 10’ê Cotmehê de, li Enqere, Çanakkale û Stenbolê bi dehan kes hatin binçavkirin. Li Stenbolê kesên ku stranên Kurdî digotin jî hatin binçavkirin.
Di protestoyên Komkujiya 10’ê Cotmehê de, li Enqere, Çanakkale û Stenbolê bi dehan kes hatin binçavkirin. Li Stenbolê kesên ku stranên Kurdî digotin jî hatin binçavkirin.
Polîsan êrîş bire ser çalakgerên ku dixwestin Komkujiya 10’ê Cotmehê şermezar bikin û 71 kes binçavkirin.
Di dema binçavkirinê de polîsan li çalakgeran xist, gelek kesên li kafeyan rûniştî û ti têkiliya wan bi çalakiyê re nebû jî hatin binçavkirin.
Di êrîşa polîsan a bi ser çalakgeran de ku dixwestin li ber Gara Enqerê çalakiya xwe bikin parêzer jî hatin binçavkirin. Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Alîşan Şahîn û gelek parêzerên dî jî bi lêdanê hatin binçavkirin.
ÇANAKKALE
Polîsan êrîş bire ser çalakiya bîranînê ya li zanînga 18 Mart’ê ya li Çanakkaleyê û 30 xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin.
STENBOL
Polîsan li Zanînga Stenbolê, li Fakuletaya Edebiyatê êrîş bire ser çalakgeran ku dixwestin komkujiya Enqerê şermezar bikin û 15 xwendekar binçavkirin. Polîsan cara duyê êrîş bire ser çalakgerên li kampûsa navendê û li vir jî 30 xwendekar hatin binavçkirin.
KESÊN KU BI KURDÎ STRAN DIGOTIN HATIN BINÇAVKIRIN
Li Beyoglu ya Stenbolê, li Kolana Istîklalê kMuhammed Ubîn, Sadik Îlter û Oktay Karataş ku şevê dî stran digotin û kesên ku li ber van stranan govend digirtin jî hatin binçavkirin. 5 kesên ku hatin binçavkirin birin Navenda Polîsan a Taksîmê.