Li Emniyetê 104 polîs ji peywirê hatin girtin, 170 jî di rêzê de ne

Li Emniyetê 104 polîs ji peywirê hatin girtin, 170 jî di rêzê de ne

Hikûmeta AKP'ê ya piştî lêpirsîna bertîl û nelirêtiyê ket nava tevgerê heta niha 104 polîs ji peywirê girtiye. Li gorî îdîayan di lîsteya AKP'ê de 170 mudurên cihê peywira wan bê guhertin, hene.

Li dû skandala bertîlê ku 4 wezîr û zarokên wan ên di hikûmeta AKP'ê de wezîfedarin tevli bûn, di operasyona li hemberî navên nêzî cemaeta Fetûllah Gulen a li Muduriyeta Emniyetê de hejmara polîsên ji peywirê hatin girtin derket 104'an. 7 mudurên emniyetê, 13 alîkarên mudurên emniyetê, 76 mudurên şaxê, 14 serokên daîreyan bi peywirên pasîf hatin wezîfedarkirin. Hat ragihandin ku di dorê de 170 polîsên din jî hene.

Amîrên ku bi erêkirina Wezîrê Karên Hundir Mûammer Guler re duh bi peywirên pasîf hatin wezîfedarkirin ev in: Serokê Desteya Teftîşê Ramazan Akyurek, Serokê Daîreya Ewlekariyê ya Taybet Haci Yûsûf Karababa, Serokê Daîreya KOM'ê Mehmet Yeşîlkaya, Serokê Daîreya Têkoşîna li dijî sûcên Sîber Omer Tekelî, Serokê Daîreya Têkoşîna li dijî Terorê Cîhangîr Çelîk, Serokê Daîreya Asayîşê Mehmet Tuzel, Serokê Daîreya Ewlekariyê Bekîr Akarsû, Serokê Daîreya Krîmînal Ogûz Karakûş, Serokê Daîreya Teknolojiyên Agahiyê Erkal Guler, Serokê Daîreya Têkiliyên Deve Fatîh Înalkaç, Serokê Daîreya Ragihandinê Sedat Sevîm, Serokê Daîreya Parastinê Yesarî Vûral, Serokê Daîreya Karên Malî û Îdarî Ayhan Falakali û Serokê Daîreya Dokumantasyon û Arşîvê Oktay Kiliç.

Li şûna yên ji peywirê hatin girtin, yên nû yekser hatin wezîfedarkirin. Li gorî vê yekê; ji bSerokatiya Desteya Teftîşê Necmettîn Emre, ji Serokatiya Daîreya Ewlekariya Taybet Mûsa Tiyek, ji Serokatiya Daîreya KOM'ê Haci Yûsûf Karababaoglû, ji Serokatiya Daîreya Têkoşîna li dijî Sîber Seyîthan Bûlû, ji Serokatiya Têkoşîna lid ijî Terorê Unal Acar, ji Serokatiya Daîreya Asayîşê Battal Gazî Orumcek, Ji Serokatiya Daîreya Ewlekariyê Arîf Çankal, ji Serokatiya Daîreya Krîmînal Kemal Pelît, ji Serokatiya Daîreya Teknolojiyên Agahiyê Ahmet Karacabey, ji Serokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Ahmet Kemal Yuzguleç, ji Serokatiya Daîreya Ragihandinê Mûrat Kocak, ji Serokatiya Daîreya Parastinê Îbrahîm Kûlûlar, ji Serokatiya Daîreya Karên Malî û Îdarî Hasan Adak û ji Serokatiya Daîreya Dokumantasyon û Arşîvê jî Îdrîs Karabork hatin wezîfedarkirin.

Piştî ku 14 serokên daîreyan ji peywirê hatin girtin, alîkarên serokên daîreyan jî tên tasfiyekirin. Li gel Alîkarên Serokê Daîreya KOM'ê Metîn Kavak û Alparslan Çalişkan 9 alîkarê serokên daîreyan ketin bin fermana EGM.

Li aliyê din Alîkarê Serokê MASAK Wezareta Maliyeyê Farûk Elîeyîoglû duh ji peywirê hat girtin. Guhertina peywirê ku danê êvarê pêk hat, ji aliyê Wezîrê Maliyeyê Mehmet Şîmşek ve hat piştrastkirin. Heman piştî vê guhertina di MASAK'ê de Serokê Daîreya Nûçeyan a TRT'ê Ahmet Çavûşoglû û alîkarê wî Ahmet Boken ji peywirê hatin girtin.