Li Elmanyayê pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK’ê

Li Elmanyayê pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK’ê

Li bajarê Duisburg, Dusselforf, Karlsruhe û Halle yên Elmanyayê bi bernameyên hatin organîzekirin salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.

DUSSELDORF/DUÎSBURG

Kurdên li Duîsburg û Dusseldorfê dijîn bi bernameya ku organîzekirin salvgera damezrandina PKK’ê pîroz kirin.

Şeva ku Navenda Civaka Demokratîk a Duîsburg û Dusseldorfê organîze kir, nêzî hezar kesî tevlî bûn. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê û wêneyên bi dehan şehîdî li salonê hat daliqandin. Sirûda Ey Raqîp hat xwendin û deqeyek rêz hat girtin. Lİ ser navê komîteya amadekar Nuh Yildirim axivî. Hunermend Serdar, Ahmede Cîhan, Ziya Pîr, Bêrîvan, Arî, Ahmet Çaglar û Koroya Navenda Civaka Kurd a Dusseldorfê derketin ser dikê.

Wezîrê Karên Derve yê Kantona Efrînê Suleyman Cafer axaftinek kir û rewşa Kobanê vegot. Cafer diyar kir ku divê hemû hêzên demokrasiyê yên cîhanê komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê şermezar bikin û li rex Kurdan cih bigirin. Axaftina Cafer bi dirûşma, ‘Bijî berxwedana Kobanê’ bi dawî bû.

Sînevîzyona ku ji axaftina Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik pêk dihat bi seatan li ser piyan bi çepikan hat pêşwazîkirin.

KARLSRUHE

Li bajarê Karlsruhe yê Elmanyayê jî bi tevlîbûna hezaran kesî salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.

Hunermend Diyar, Kewê, Berbang, Sîpan Xelat, Onur Dalkaya, Koma Dengê Jinên Mezopotamya (Erbanê) û hunermendên herêmî derketin ser dikê. Di şevê de her wiha  parêzer Osman Baydemîr, Kemal Bulbul, Hasan Kirmizitaş, Brîgîtte Kîechle, Karîn Bînder cih girtin.

Baydemîr di şevê de axivî û diyar kir ku divê AKP daxwazên aştiyê yên Kurdan bîne cih û her wiha da zanîn ku manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê aştiyê bîne Rojhilata Navîn. Kemal Bulbul, parêzer Brîgîtte Kîechle û Karîn Bînder jî axivîn. 

BIELEFELD - HALLE

36’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li bajarê Halle (Westf) a Elmanyayê li Salona Dawetê ya Ruyam pêk hat. Nêzî 2 hezar kesî tevlî pîrozbahiyê bûn û pîrozbahî saet 14.00’an bi sirûda Ey Raqîb  û deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Nûnerê Civaka Azad a Herêmî Tahîr Koçer axifî û got: “Tevgera Azadiya Kurd bi têkoşîna xwe ya bi rûmet a li Kobanê, Şengal û Rojava dide meşandin ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye hêvî."

Sînevîzyonek hat nîşandan. Hunermend Ozan Şemdin, Abbas Ahmed, Narînxan, Rojbîn Kizil, Cewdet, Usivê Feto, Koma Sansar û Erkan Cemîl bi stranên xwe gel coşandin.