Li Elmanyayê pîrozbahiya 15’ê Tebaxê
Li Ewropayê çalakiyên 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê didome.
Li Ewropayê çalakiyên 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê didome.
Di pîrozbahiyên li Elmanyayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate silavkirin.
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsa Jinan a Ronahî Bêrîvanê pêngava 15’ê Tebaxê bi seyranekê hate pîrozkirin.
Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê Komîteya Amadekar Ramazan Ozuak axivî.
Serokê NCDK’ê Cano Yildiz jî got, “Bi paradîgmaya Rêber Apo, rêheval Egîd em gihand îro.”
Yildiz ji bo meşa ku wê roja Çarşemê di saet 18.00’an li Akademiya Abendê ya Mannheîmê were kirin jî, bang kir.
Li ser navê Meclîsa Jinan a Ronahî Bêrîvanê û Dîe Lînkeyê Gokay Akbûlut peyamek pêşkêş kir.
Nûnerên AGÎD, ATÎK, DÎDF û HDK’ê beşdarî çalakiyê bûn û Bulent Tûran, Seyda Perînçek, Ozan Ozden û koroya ciwanan a Navendê derketin ser dikê.
BENSHEÎM
Li bajarê Bensheîmê yê Elmanyayê bi tevlêbûna 100 welatparêzan 15’ê Tebaxê hate pîroz kirin.
Endamê NCDK’ê Ramazan Cîngoz got ku, “Gulleya pêşîn îro bû têkoşîna ku rê li ber azadiyê vedike. Bi saya şehîd û têkoşêrên wê demê, em îro dikarin hilmekê bistînin. Di serî de li Rêber Apo 15’ê Tebaxê li hemû gelê me pîroz be.”
MAGDEBÛRG
Li bajarê Magdebûrgê yê Elmanyayê NCDK hate vekirin û kongreya wê hate lidarxistin.
Meclîs ji 61 kesan pêk tê û hevserokên meclîsê jî Aslihan Çelîk û Muslum Karakûrt in.
Hevserokê NAV-DEM’ê Tahîr Goçer û Berdevkê Eyaletê yê NAV-DEM’ê beşdar bûn.