Li Elmanyayê her yek ji 5 kesên bi vîrûsê ne pê nahesin ku nexweş in
Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Bonnê ya Elmanyayê her yek ji 5 kesên bi vîrûsê ketine bi semptomên vîrûsê nehesiyane.
Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Bonnê ya Elmanyayê her yek ji 5 kesên bi vîrûsê ketine bi semptomên vîrûsê nehesiyane.
Koma lêkolînê ya Zanîngeha Bonnê li herêma Gangelt a ser bi bajarokê Heînsbergê ku nifûsa xwe 11 hezar kes in, lêkolîneke berfireh kir.
Piştî ku jin û mêrê hevserên hev ên bi vîrûsê tevlî karnavalê bûn, Heînsberg bû yek ji navenda belavbûna vîrûsê li Elmanyayê.
Di lêkolînê de hevpeyvîn bi 919 kesên ji 405 malan hate kirin û bi vî rengî rêjeya belavbûna enfeksiyonê hate tespîtkirin.
HEJMARA RASTÎ YA NEXWEŞAN DIBE KU 1.8 MILYON BE
Ji nifûsa Gangeltê 15 ji sedî bi vîrûsê ketin. Rêjeya nexweşên ku ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan jî gihîşt asta 0.37 ji sedî. Lêkolîneran ev rêje li gorî tevahiya Elmanyayê hesab kirin û destnîşan kirin ku hejmara rastî ya kesên bi vîrûsê ketine dibe ku 1.8 milyon mirov be. Bi gotineke din encameke ku bi 10 qatî ji hejmara fermî zêdetire derdikeve holê.
Li gorî heman lêkolînê li Gangeltê 22 ji sedî yên nexweşên bi vîrûsê ketin, bi vê yekê nehesiyan. Yek ji pênc kesên bi vîrûsê ketin bi semptoman nehesiyan, lewma vîrûs li nava mirovên din jî belav kirin.