Li Elmanyayê du El Şebabî hatin girtin

Li Elmanyayê du El Şebabî hatin girtin

Du kesên tê gotin ji Elmanyayê çûne Somalî û tevlî rêxistina El Şebab bûne, ji aliyê rayedarên Kenyayê ve hatin radestkirin.

Di daxuyaniya Dozgeriya Federal a Karlsruhe de hat ragihandin ku du welatiyên Elman ên di dawiya meha Tebaxê de li Kenyayê hatin binçavkirin, roja Şemiyê radestî Elmanyayê hatine kirin. Li gorî daxuyaniyê, her du kesên li Balafirgeha Frankfurtê radestî polîsên Daîreya Krîmînal a Federal (BKA) hatin kirin, berî mehekê dema ji Somalî derbasî Kenyayê dibûn, hatine girtin.

Her du kesên ku bi endametiya rêxistina tund a El Şebab ku bi êrîşên xwe yên li Somalî derdikeve pêş tên sûdarkirin, yek jê 30 salî ye û ji Tûnisê ye, yê din jî 22 salî ye bi eslê xwe Elman e.

Di daxuyaniya Dozgeriya Federal de hat diyarkirin ku her du gumanbarê terorê di sala 2012'an de bi balafirê ji Elmanya çûne Somalî, tevlî rêxistina El Şebab bûne û hat gotin, "Piştî ku van kesan di kampên rêxistina terorê (El Şebab) de perwerdeya çek û bombeyen destan girtin, guman hene ku di çalakiyên terorê de cih girtine."

Piştî binçavkirina her du gumanbarên li Kanyayê, li gorî agahiyên polîsê Kenyayê dan li Frankfurtê sê alîgirên din ên El Şebabê hatibûn girtin.

Mîna li gelek welatên Ewropayê, li Elmanyayê jî Îslamiyên tund ên ji Elmanyayê çûne herêmên şer û piştre vegeriyane, li dijî ewlekariya welêt weke gefekê tên dîtin.