Li Elmanyayê çeteyê Tirkiyeyî jî di nav de doz li 3 kesan hate vekirin

Li Elmanyayê hate diyarkirin ku ji aliyê Dozgeriya Giştî ya Federal ve Tirkiyeyî jî di nav de, di derbarê gelek kesên îslamiyên redîkal de doz hatiye vekirin.

Li Karlsrûhe di nava kesên ji aliyê Dozgeriya Giştî ya Federal ve doz derbarê wan de hatiye vekirin, kesê bi navê Abû Walaa yê nêzîkatiya wî bi DAIŞ’ê re tê zanîn û kesên bi navê Hasan C. û Baban S. jî hene.

Ji çeteyên ku sala bihurî di çarçoveya lêpirsîna sala 2015’an hatibû vekirin de Abû Walaa yê ku hatibû girtin, derketibû holê ku têkiliya wî bi Anîs Amrî yê ku di meha Kanûnê li Berlînê bi TIR’ê êrîşek lidar xistibû û 12 kes qetilkiribû re heye.

Tê zanîn ku ev kesane di bin navê perwerdeya ayînî de gelek kes ji bo beşdarî nava çeteyên li Sûriyeyê bikin ketine nava hewldanan.

Wê rûniştina doza lêpirsîna çeteyên di girtîgehê de ku Hasan C ê welatiyê Tirkiye li gel welatiyê Elman û Sipî Babon S, wê di meha Îlonê de destpê bike.