Li Elmanyayê bi hezaran kes ji bo dagirkirina kana komirê dimeşin

Bi hezaran hawirdorparêzên ji çar aliyên Ewropayê li Elmanyayê li hev civiyan e, ji bo kana komirê ya mezin a li rojavayê Elmanyayê dagir bikin ketin nava liv û tevgerê.

Bi hezaran kes sibeha Înê saet 7'an li qada 'kampa avhewayê' li hev civiyan û berê xwe dan kana madenê ya li herêma Ruhrê. Kana komirê bi sih kîlometreyî dûrî qada kampê ye.

Kana madenê her wiha bi sih kîlometreyî dûrî Dusseldorfê ye. Kana ku bûye hedef li qadeke ji sed kîlometreçargoşeyî hatiye avakirin. Ji aliyê koma elektrîkê ya Elman RWE ve tê bikaranîn.

Çalakger bi banga tevgera 'Ende Gelaende' li hev civiyan û dirûşmên "Kes nikare me asteng bike, dinyayeke din pêkan e" diqîrin. Rêgeha çalakiyê nayê eşkerekirin ku haya gelek çalakgeran jê nîne.

Piştî bangên rojên dawî yên ji bo bêîteatiya sivîl tê payin ku kana madenê pêl bi pêl bê dagirkirin.

Ji sala 2015'an û vir ve li dijî vê kana komirê çalakî tê kirin, lê hejmara vê carê ya çalakgeran zêde ye ku tevgera Fridays for Future jî piştgiriyê dide wan.

Tevgera hawirdorparêz "Fridays for Future" her wiha li bajarê Aachenê çalakiyek pêk anî. Tê payin ku nêzî bîst hezar kes ji şanzdeh welatan tevlî 'Meşa Ewropayê' bibin.