Li Elmanya û Îtalyayê pîrozbahiyên 36 saliya PKK’ê
Li Elmanya û Îtalyayê pîrozbahiyên 36 saliya PKK’ê
Li Elmanya û Îtalyayê pîrozbahiyên 36 saliya PKK’ê
Li bajarê Mîlano yê Îtalya û bajarê Offenburg ê Elmanyayê 36’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi şahiyan hate pîrozkirin.
Li bajarê Milano yê Îtalyayê 36’emîn salvegera PKK’ê bi pîrozbahiyekê hate pîrozkirin. Şeva Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê destpê kir. Di pîrozbahiyê de têkildarî dîroka PKK’ê axaftin hatin kirin.
Axaftvanan bal kişandin ser têkoşîna hişmendiya zayendî û têkoşîna azadiya jinan, îdeolojî, felsefe û serhildana rêxistinkirî ya PKK’ê. Her wiha di axaftinan de behsa têkoşîna Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê jî hate kirin. Di dewama şevê de sînevîzyona ji axaftina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik pêk dihat, hate nîşandan.
Alîkarê Şaredarê Mîlano û dostê Kurdan Paolo Limonta jî tevlî şevê bûn û her yekî ji wan axaftinek kirin. Şêva bi beşdariya nêzî 700 kesî pêk hat, bi gerandina govendê bi dawî bû.
PÎROZBAHIYÊN LI ELMANYAYÊ BERDEWAM DIKIN
Salvegera PKK’ê bajarê Offenburgê yê Elmanyayê Navenda Civaka Kurd û Komeleya Çandê ya Kurdan a Lahrê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi beşdariya gelek kesên ji Offenburg, Freiburg, Lahr, Kehl, Emmendingen, Breisach pêk hat. Di pîrozbahiyê de zêdetirî hezar kes amade bûn. Di pîrozbahiyê de li gel sînevîzyona têkildarî dîroka PKK’ê, sînevîzyona ji axaftina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik pêk dihat, hatin nîşandan. Salona şahî têde hate kirin, bi wêneyên Ocalan, Arîn Mîrxan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hate xemilandin.
Koma folklorê ya girêdayî Navenda Civaka Kurd a Freîburgê derket ser dikê. Piştre Şaredarê berê yê Amedê Osman Baydemîr axaftinek kir. Baydemîr bi silavkirina dayikên şehîdan dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku dayikên Kurd ne tenê ruh didin zarokan, di heman demê de didin welatê Kurdistanê jî. Baydemîr destnîşan kir ku di şerê bi sedan sal in li Rojhilata Navîn pêk tê, Kurd gelek hatin perçiqandin û got: "Gelê me li ser axa xwe bûye penaber. Niha têkoşîna li hemberî barbariya DAIŞ’ê tê meşandine terorîzm an jî zilma bi sedan sal in li hemberî gelê Kurd tê kirine terorîzm? Îro HPG, YPG, YPJ û pêşmerge dest dane destê hev, dil dane dilê hev welatê xwe diparêzin.”
Piştî xwendina peyamên li ser navê ciwanên Rojava û Êzîdiyên li Ewropayê hatin xwendin, hunermend Xemgîn Bîrhat, Zozan, Rêzan Uca, Şivan Rojava û Koma Mozaîk derketin ser dikê.