Li Elmanya ‘Platforma Na’ hate avakirin
Li Kolnê ji bo ‘Kampanyaya Na’ platform hate danîn.
Li Kolnê ji bo ‘Kampanyaya Na’ platform hate danîn.
Kurdistanî û gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk ên Tirkiyeyê li Komeleya Mala Kurda ya Kolnê ya Elmanya hatin cem hev û avabûna ‘’Platforma Na ya Ewropa’ ragihandin.
Saziyên ku di hilbijartina giştî de bi hev re tevgeriyan û gelek keda wan li ser HDP’ê hebû ku HDP çû parlamentoyê, li dijî rejîma Erdogan biryar dan ku bi hev re tevbigerin û bang kirin ku li dûv ‘’Kampanyaya Na’’ bibin yek.
Civîn ji hêla Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç ve hate birêvebirin û hemû nûnerên saziyan yek bi yek axivîn.
Platforma Na ya Ewropayê, li tevahiya Ewropa wê xwe rêxistin bike û hewl bide ku hilbijêrên ku dikarin dengê xwe bidin, biçin ser sendqoqê.