Li Êlihê 28 xwendekaran sertîfîkayên xwe wergirtin
Li Êlihê 28 xwendekaran sertîfîkayên xwe wergirtin
Li Êlihê 28 xwendekaran sertîfîkayên xwe wergirtin
Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Êlihê, ji bo 28 xwendekarên ku perwerdehiya xwe ya serdema Havînê temam kirin merasîma sertîfîka dayînê pêk anî.
Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Êlihê, ji bo 28 xwendekarên ku serdema Havînê tevlî atolyeya zimanê kurdî bûn û perwerdehiya xwe temam kirin merîsîma sertîfîka dayînê pêk anî. Merasîm li avahiya Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Êlihê pêk hat. Di merasîmê de rêveberê KURDÎ-DER’ê Zubeyîr Çelîk, mamostên KURDÎ-DER’ê û xwendekar amade bûn. Merasîmê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hate destpêkirin û mamoste û xwendekaran bi hevre sirûda “Ey Raqîp” xwendin. Beranamê bi axaftina rêveberê KURDÎ-DER’ê ya Êlihê Zubeyîr Çelîk destpêkir. Çelîk, diyar kir ku bi salane ji bo zimanê kurdî li gel van bedel û têkoşîna ku hatiye dayîn jî di vê pêvajoya hesas û girîng de hêj zimanê kurdî ji nedîtî ve tên. Çelîk, wiha got: “Ev qurs û têkoşîna me ya ziman li hember kesên dibêjin “Zimanê kurdî ne zimanê perwerdehiyê ye” peyamek û helwesteke. Ka bila werin bibînin zimanê kurdî yê pwerwerdehiyê ya an jî ne perwerdehiyê ye.”
Çelîk, anî ziman ku zimanê kurdî mafê wan ê herî rewa ye û wiha got: “Em ji kesî tu tiştekî naxwazin. Tenê mafê zimanê dayika xwe dixwazin. Lê mixabin dîsa wek her tim û berê li pêşiya zimanê me dibin asteng û red dikin. Li aliyekî zagona ziman tê rastkirin û li aliyekî jî rayederên hikûmetê dibêjin ‘Zimanê kurdî di rojeva me de tuneye’. Dê gelê kurd van gotinan qet qebul neke. Heta ku kesayeta kurd û tîpa kurdî hebe dê têkoşîna vî zimanî bê meşandin.”
Piştî axaftinê mamosteyên KURDÎ-DER’ê sertîfîkayên 28 xwendekaran ên ku asta yekemîn û duyemîn bi dawî kirine dane wan. Piştî merasîma sertîfîkayan rêveberê KURDÎ-DER’ê Çelîk helbesta xwe ya li ser ziman nivîsandiya ya bi navê “Barê giran evîna ziman" xwend. Piştî Çelîk, xwendekarek jin jî helbesta “Ku dil dîlber be” ya helbestvan û nivîskarê bi navû deng Baba Tahirê Uryan xwend. Pişt re merasîm bi dawî bû.