Li Elbakê Şahîn bigirtina derabeyan hate protesto kirin

Li Elbakê Şahîn bigirtina derabeyan hate protesto kirin

Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn ku li Colemêrgê ye, dema ku hate bihîstin dê bêt Wanê, esnafên navçeya Elbaka Wanê bigirtina derabeyên xwe Şahîn protesto kir.

Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn ji bo hinek hevdîtinan duh çûbû Colemêrgê. Dema ku hate bihîstin dê Şahîn piştî hevdîtinên li Colemêrgê piştî nîvro derbazî navçeya Elbaka Wanê bibe, esnafên Elbakê bi girtina derabeyên xwe Şahîn protesto kir. Esnafan li navçeyê hemû derabeyên xwe girtin, polîsan jî ewlekariyên berfireh girtin. Li navçeyê bendê mayînek bêdeng heye.