Li Elbakê ji bo perwerdeya ziman hezar û 650 îmze hatin berhevkirin
Li Elbakê ji bo perwerdeya ziman hezar û 650 îmze hatin berhevkirin
Li Elbakê ji bo perwerdeya ziman hezar û 650 îmze hatin berhevkirin
Li navçeya Elbak a Wanê hezar û 650 daxwaznameyên ji bo mafê perwerdehiya ziman hatibûn berhevkirin teslîmê Midûriyeta Perwerdehiyê kirin.
Îmzeyên ji aliyê Kurdî-Derê ve hatin berhevkirin, piştî meşekê hatin teslîmkirin.
Kampanyaya du roj aberê hate destpêkirin hezar û 650 îmze hatin berhev kirin.
Daxwaznameyên hatin berhevkirin ji aliyê KURDÎ-DER, BDP, şaredar û MEYA-DER’ê hatin teslîmkirin. Serokê Kurdî-Der a Elbakê Ertugrul Korkmaz daxuyaniyek li midûriyeta perwerdehiyê da û got ew bi perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin û got mafê herî pîroz e.
Piştî axaftinan hezar û 650 daxwazname hatin teslîmkirin.