Li Efrînê TEV-DEM civîna awarte lidarxist

Li Efrînê TEV-DEM civîna awarte lidarxist

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Efrînê komîte û saziyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) yên li navçeya Cendêrisê bi armanca nirxandina kar û xebatên komîteyên xwe bi awayeke awerte civiyan.

Li navçeya Cendêrisê sazî û rêxistinên TEV-DEM'ê bi armanca nirxandin a xebatên rêxistin û saziyên xwe civîneke awerte lidarxist. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre zagoneyên ku wekî encamên civîna desteya daîmî ya Meclida Gel a Rojavayê Kurdistanê hatin xwendin û li ser piratîkkirina zagoneya niqaş hate kirin. Herwiha rêbazên sazî û komîteyan hate nîqaşkirin.

Di dawiya civînê de endamê Tevgera Civaka Demukratîk (TEV-DEM) Sebrî Şêr axivî. Şêr diyar kir ku ji ber ku Rojavayê Kurdistanê rewşeke awerte ye, civîna awerte lidarxistiye. Herwiha nirxandina rewşa siyasî ya herêmê û cîhanê hate kirin.